Diyarname
Di Kûpaya Cîhanê 2022'yan a li Qetarê lidar ket de tenê hakêmek jin maç bi rê ve biribû. Di vê kûpayê de çend hakêmên jin hene? 2 yên navîn, 4 cîgir, 6 hakêm hene.
Di Kûpaya Cîhanê ya 2022'yan de tenê hakêma jin a fransiz Stephanie Frappart peywir girtibû. Di dîroka Kûpaya Cîhanê ya 92 salan de cara yekê jinek rola hakêmê girtibû ser xwe. FIFA’yê ji bo maça Almanya û Kosta Rîkayê peywir dabû Frappartê.
Di vê tûrnûvayê de cihê hakêmên jin ne pir be jî hinek din fireh bûye:
FIFA'yê peywir daye 6 hakêmên jin. Ji van didu hakêmên sereke ne, yanê yên ji bo nava sehayê firfirokê pif bikin:
- Katia Itzel Garcîa (ji Meksîkayê) - Tori Penso (Ji DYA'yê)
Ji bilî van FIFA'yê wekî hakêmên alîgir, yanê yên li derveyî sehayê jî cih daye 4 hakêman. Ji van 3 ji bo hakêmên cîgir, yek jî ji bo VAR'ê ye:
- Sandra Ramírez (ji Meksîkalê)
- Brooke Mayo (JiDYA'yê)
- Kathryn Nesbitt (Ji DYA'yê)
- Tatiana Guzmán (Ji Nîkaraguayê) — Video yardımcı hakem (VAR)
Agahî ew e ku di maçek de dikare hem hakema nava sehayê, hem yên li kêleka sehayê hemû jin bin. Ger ev yek çêbibe, ev jî wekî gava yekem dê bikeve nava dîroka tûrnûvayê.
(Foto arşîv: Dema Stephanie Frappart maçê bi rê ve dibe)
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Di 92 salan de gavek dîrokî
- Ji dîroka Kûpaya Cîhanê hin agahiyên balkêş
**
Ji bo rûpela taybet a Kûpaya Cîhanê:


