Diyarname
Her ku havîn tê çalakî kêm dibin, lê dîsa jî hin çalakî hene. Me ew dan hev.
AMED:
- 13'ê mehê saet 14'an de li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî gotûbêja bi navê "Trajediyeka Jibîrbûyî: Tehcîra 1916'an a Kurdan" heye. Dr. Remezan Alan li ser mijarê wê biaxive. Moderatorê bernameyê Salih Gundogan e
- 13'yê mehê lîstika "Çol û Av" saet 20'an de li Şanoya Bajêr a Amedê tê lîstin. Derhênerê lîstikê Kemal Orgun e.
- 1'emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Spor û Çandê yên Peyasê di navbera 12-13-14’ê mehê de li dar e.
**
STENBOL:
- 19'emîn Festîvala Belgefîlman a Stenbolê Documentarist 12'yê mehê bi awayekî fermî dest pê kir, heta 19'ê mehê didome.
- 54'emîn Festîvala Muzîkê ya Stenbolê ya ku ÎKSV organize dike êvara 11'ê mehê bi awayekî fermî dest pê kir, heta 25'ê mehê didome.
**
MÛŞ:
- 14'ê mehê hunermend Mehmet Atli li Mûşê konserê dide. Konser saet 20'an de li Salona Konferansê ya Mukrimin Halil Yinanaç a Zanîngeha Alparslanê ye.
**
BATMAN:
- 14'ê mehê li Yenîsahneyê lîstika "Elsa Buzlar Diyarinda" heye ji bo zarokan. Lîstik saet 13.30 de dest pê dike.
**
WAN:
- Li Wanê "Mîrîcana Keda Jinê" li Qada Bajêr li dar e. Di vê çarçoveyê de Şano Wan saet 11.00 û 16.00'an de lîstikê pêşkêş dike.


