Diyarname
Di maçên Dora 16'an de duh Spanya û Belçika bi ser ketin û çûn çarîk fînalê. Îro du maçên din hene û pê re dê meseleya Dora 16'an bi dawî bibe.
Di maça Portekîz û Spanyayê de qayişkêşaneke baş hebû. Her du aliyan jî maç heq kiribû, lê tîma serketî bû Spanya. Heta deqîqeya 90'î wekheviya 0-0'ê xira nebû. Deqeyên dawî de Portekîzê dixwest maçê bibe demên zêdek, lê Spanyayê destûr neda: 90'1'ê de asîsta mikemel a F. Tores lîstikvan Mikel Merino encam diyar kir.
TRUMP'Î Jî NEKARÎ BI BELÇÎKAYÊ
Di maça din e DYA û Belçika hatin hemberî hev. Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî dijî biryarên hakêman gotin gotibû, dijî qerta sor a ji bo lîstikvanê DYA'yê derketibû di maça berî vê deb Dîsa Trumpî bi gotinên xwe dikir bandorê li rewşê jî bike lê tu tiştî nikarî hevkêşeya lîstina Belçîkayê xira bike.
Belçîkayê bi 4-1'ê DYA şand mal. Di deqîqeyên 9 û 33'yan de Charles De Ketelaere, deqe 57 de Hans Vanaken û deqe 90+3 de Romelu Lukaku golên Belçîkayê qeyd kirin. Tekane gola DYA'yê di deqîqeya 31'ê de lîstikvan Malik Tillman avêt.
Bi van serketinan de di çarîk fînalê de Spanya û Belçika bûn reqîbên hev.
ÎRO DORA 16'AN TEMAM DIBE
Di maçên îro de Misir û Arjantîn maç saet 19.00'an de ye. Di maça din de jî Swîsre û Kolombiya saet 23.00'an de tên hemberî hev. Bi lîstina van maçan re Dora 16'an temam dibe û hemû çarîk fînalîst diyar dibin.
***
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin
- Jê bawer nekin lê dîsa jî vê nûçeyê bixwînin
**
- Gelo di futbolê de edalet heye?
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan


