Diyarname
Maçên Kûpaya Cîhanê gelek balkêş derbas dibin. Yek ji van jî maça îro bû ku Arjantînê Misir bi 3-2 têk bir.
Maça Dora 16'an bû û vê êvarê du tîmên din dê biçûna çarîk fînalê. Heta vir normal e. Tiştê ne normal, tiştê balkêş çi ye?
Ev e: Arjantin û Misir hatine hemberî hev. Maçê dest pê kiriye. Misirê penaltiyek pêşkêşî Arjantînê kiriye û Messi nekariye golê biavêje. Di rewşeke wisa de Misir divê hê bi moraltir be, bi ser bikeve, ne? Erê Misir bi moral e, Arjantin ji moralê ketiye. Misirê di deqîqeya 15'an de bi Yaser îbrahîm golek avêt û hê zêdetir moral girt. Niveka pêşî wisa bi dawî bû.
Deqe 70, lîstikvan Mustafa Zico golek din diavêje, formaya xwe derdixe, kefek mezin dike. Lê VAR golê betal dike, ji ber di destpêka atakê de faul heye. Di deqîqeya 67'an de Zico carek din golê diavêje û vê carê encam dibe 2-0. Hê nîv saet maç maye û lîstikvanên Misrê dibêjin qey maç bi dest xistine jî kêfê dikin. Jixwe kêmasiya tîmên wisa ew e ku fêm nakin maç 90 deqîqe ye.
Piştî vê yekê Arjantin hat ser xwe. Di 11 deqîqeyan de 3 gol avêtin. Di van 15 deqeyêh dawî de te digot ew Messi çûye, yekî din hatiye. Di deqîqeya 79'an de di asîsta Messi de Cristian Romero gölek qeyd kir û hêviyê Arjantînê hat cih. Piştî vê bi 4 deqîqeyan carek din Messi li sehneyê bû, pas dan û girt û li nav pêş sehayê gog hat, Messi ew li ben dîrekê çikand: 2-2.
Êrî hêvî, avantaj, moral di destê Arjantînê de bû û xeyalşikênî para Misrê bû û wisa jî bû: Deqe 90+3, ê carê di asîsta Lautaro Martinez de Enzo Fernandezî encam diyar kir: 3-2.
Bi vê encamê Arjantin çû çarîk fînalê. Di maça Swîsre-Kolombiya de tîma bi ser bikeve dê bibe reqîbê Arjantînê.
NOTEK BO MESSI
Messi ku di vê kûpayê de rekoran dişkîne, îro Messi du rekor şikandin
- Messi îro nekarî penaltiyê veguherîne golê. Bi vê bû yekem kesê ku di Kûpaya Cîhanê de di du maçên du hev de penaltiyan venaguherîne golê.
- Ya din, Messi îro asîstek din kir û bi vê yekê jî rekor şikand. Heta niha di Kûpaya Cîhanê de Diego Armando Maradona bi 8 asistan li pêş bû. Pierre Littbarski bi 7 asistan cih digire. Messi ku di maça din de gihîştibû 8 asistan, îro asîstek din kir û bi 9 asistan bû yekemin.
Li aliyê din bi gola ku Messi îro avêt re bi 21 golan di Kûpaya Cîhanê de yekemin e.
Her wiha di kupaya îsal de jî Messi bi 8 golan li pêş e, dûre Haaland û Mbappe bi 7 golan tên, Kane di 6 golan de ye.
SWÎSRE BI PENALTIYAN BI SER KET
Di maça din a rojê de Swîsre û Kolombiya hatin hemberî hev. Di 90 deqe û 30 deqeyên zêdek de jî encam neguherî û maç derbasî bikaranîna penaltiyan bû. Di penaltiyan de Swîsre bi 4-3 bi ser ket.
Bi vê serketinê Swîsre di çarîk fînalê de bû reqîbê Arjantînê.
***
Rûpela Taybet a Kûpaya Cîhanê:
- KÛPAYA CÎHANÊ 2026
***
Ji bo temamê maçên rojê:
- Roj bi roj maçên Kûpaya Cîhanê (temamê lîsteyê)
***
DIBE EV NÛÇE-NIVÎS BALA WE BIKIŞÎNIN:
- Gelo di futbolê de edalet heye?
- Swîsreya bê marş, çar ziman û golên wê yên li Kûpaya Cîhanê
- Mêrxas Doskî yê kurd û sê golavêjên din
- Goga Lingan û Serê Hz. Huseyîn
- Şeva lîstikvanê kurd Denîz Undav a di Kûpaya Cîhanê de
- Ji bo cîhanê goga lingan, ji bo kurdan gef û gur û fişarên tirkan
***
- Norwecê bi bêran li devê brezîliyan da!
- Paraguayê panzêr pelixandin û got: Cihê we li vir tune ye!
- 49 mîlyon kesî nikarîn bi 438 hezar kesî!
- Maçên koman temam bûn; Va ne yên serketî, yên xeyalşikên, notên giştî
- Diyarnameyê ji Grokê pirsî, wê di Kûpaya Cîhanê kîjan welat bi ser bikeve?
Ji Messi dîrokeke nû: Di Kûpaya Cîhanê de kesê herî zêde gol avêtin


