Diyarname
Amedspor niha ji bo amadehiya li kamparê çû Burdurê. Heta 2'yê meha pêşiya me wê li wir be. Di çûyînê de tîmê du lîstikvanên ji tîma jêrîn jî ligel xwe birin.
Di çarçoveya xweamadekirina ji bo Lîga Super de Amedspor xebatên xwe yên li kampan didomîne. Di beşa yekem ku li Erzeromê hat çêkirin ed ji tîma jêrîn 6 lîstikvan ligel xwe biribûn û ew ceribandibûn. Amedsporê ji van lîstikvanan du lîstikvan hilbijartin û ew jî ligel xwe birin kampa Burdurê. Teknîk dîrektor Besnik Hasi lîstikvanên ciwan Bora Gun û Yakup Girişen ku di U19 de dilîstin ji nav lîstikvanan hilbijartin û beşdarî kampê kirin.
Ger her du lîstikvan di kampanê de jî bikaribin baş bilîzin û serketî bin dê ji bo Tîma A bêne hilbijartin.


