AMED
Wênegir û hunermend Mehdî Tewakolî ligel dayika xwe Meryem Aslanî û xwişka xwe Somayeh Tewakolî roja 26'ê tîrmeha 2026'an ji aliyê hêzên rejima Îranê ve bi gulebarankirinê hatin kuştin.
Pasdarên Îranê bêyî ku hişyar bikin, li ser rêya Merîwan-Sineyê, gule li wesayîta wan barandin. Di encamê de her sê hatin kuştin. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn derbarê kuştina Mehdî Tewakolî û malbata wî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Komeleyê diyar kir ku kuştina wan ji xwe beşek ji tundiya sîstematîk a dewleta Îranê ye.
Komeleya Sînemayê di daxuyaniyê de li ser jiyan û berhemên Mehdî Tewakolî sekinî û got: “Li Sineyê hunermend û wênegirek navdar bû. Rêveberê Mala Wênegirên Kurdistanê, damezrînerê Navenda Hunerî ya ‘Caw’ û mamosteyê Komeleya Sînemaya Ciwan a Kurdistanê bû. Li pey xwe bi sedan wêne ji nifşên wênegir û sînemagerên ciwan ên ku wî perwerde kiribûn re hişt.”
‘Çavên xwe li vê rastiyê negirt’
Komeleya Sînemayê desnîşan kir ku Mehdî Tewakolî her tim li pey rastiyê bû û wiha domand: “Berê kameraya xwe da wan derên ku desthilatdaran nedixwestin bê ditin. Di qadraja wî de Êzidiyên ku ji komkujiya Şengalê sax man, bindest, koçber û niştecîhên Kobaniyê hebûn, bi salan li Sineyê pêşangehên ku rû, şîn û berxwedana van mirovan nîşan dide vekirin. Ji bo wî wêne şahidiyek bû, tomarkirina windayan, koçberan, bindestan û yên ku hatibûn qetilkirin bû. Wekî hunermendê gel çavên xwe li vê rastiyê negirt û xwe bi paş ve nekişand û bi kameraya xwe hewl da van rastiyan nîşan bide.”
‘Tevî gelek caran hate binçavkirin jî dest ji xebatên xwe berneda’
Komeleya Sînemayê diyar kir ku Tewakolî tevî ku gelek caran hatibû binçavkirin jî dest ji xebatên xwe berneda û wiha dom kir: “Rejîma Îranê her tim ew wekî ‘pirsgirêka ewlehiyê’ dît. Ji ber çalakiyên xwe yên hunerî û çandî di salên 2016, 2017 û 2022yan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve çend caran hat binçavkirin û cezayê girtîgehê li wî hat birin. Lê wî gavekî ji helwesta xwe bi paş ve neavêt, heta roja xwe ya dawî bi hunera xwe re li cem gelê xwe sekinî.”
‘Qetilkirina wan beşek ji tundiya sîstematîk a dewleta Îranê ye’
Komeleya Sînemayê li ser nêzikatiya rejîma Îranê ya li dijî kurdan jî got: “Rejîma Îranê li dijî kurdan, gelên Îranê, jinan û şoreşgeran erîşên dijwar daye destpêkirin. Her roj bi dehan kes têne revandin, windakirin, qetilkirin û darvekirin. Qetilkirina Mehdî Tewakolî, qetilkirina dayika wî û xwişka wî beşek ji vê tundiya sîstematik a dewleta Îranê ye. Niha jî hewl didin ku vê qetlîamê bi derewan wekî ‘qezaya trafîkê’ veşêrin. Lê em dizanin; hunera wî dê ji yên ku dixwazin wî tune bike dirêjtir bijî. Her dimenê ku Mehdî kişandiye, îro li hemberî vê derewê wekî şahidiyekê ye.”
‘Em ê şopdarên kamera û hunera wî bin’
Komeleya Sînemayê qala sekna gel a li hemberî rejîma Îranê kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Tevî hemû êrîş û gefên faşîst, gelê Sineyê bi biryardariyeke mezin a berxwedêr û bi merasimeke heybet a ku layiqê wî bû ew oxir kir. Em van êrîşên rejîma faşîst a Îranê bi tundî şermezar dikin. Em li ber bîranîna Mehdî Tewakolî, Meryem Aslanî û Somayeh Tewakolî bi rêzdarî serî ditewînin. Û em soz didin; em ê sopdarên kamera û hunera wî bin. Em ê bi qadraja wî li cîhanê binêrin û li ser şopa wî bimeşin.”


