Diyarname
33'yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edeneyê Gûzeka Zêrîn îsal d inavbera 24'ê rezberê û 4'ê kewçêrê de li dar dikeve. Festîvalê niha endamên juriya xwe eşkere kirin.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin. Lîstikvan Zuhal Olcay dê serokatiya juriyê bike.
Olcay di sala 1983’yan de bi fîlmê “Îhtîras Firtinasi” dest bi sînemayê kiriye; di nav fîlmên wekî “Amansız Yol”, “Dunden Sonra Yarindan Once”, “Gizli Yuz”, “Sahte Cennete Veda”, “Medcezir Manzaralari” û “Hiçbiryerde” de lîstiye, xelat girtine. Ligel sînemayê wê di gelek lîstikên şanoyê de lîstine, di rêzefîlman de lîstiye û her wisa albumên muzîkê jî derxistine.
ENDAMÊN JURIYÊ
Li aliyê din Şebnem lîstikvan Bozoklu, Salih Bademci, derhêner Erdem Tepegoz, senarîst Nilgun Oneş, derhênerê dîmenê Gokhan Tiryaki û nivîskara sînemayê-akademîsyen Ayça Çiftçi jî di nav endamên juriyê de ne.
Ewê fîlmên metrajdirêj ên festîvalê binirxînin û serketiyan eşkere bikin.
DEMA SERÎLÊDANÊ
Festîvala ku amadehiyên wê didomin, serîlêdan heta 17'ê gelawêja îsal e, di beşên Fîlmên Metrajdirêj ên Neteweyî,, Pêşbaziya Belgefîlman û Pêşziya Senaryoyê ya Lêanîna Ji Wêjeyê têne qebûlkirin.
Li aliyê din di beşa Kurtefîlman a Navneteweyî, Kurtefîlman a Neteweyî, Kurtefîlmên Xwendekaran de jî ew li benda fîlman in. Her wiha îsal cara yekê Kurtefîlmên Bi Hişê Çêkirî hatine amadekirin jî digirin nav pêşbaziyê.



