Diyarname
Festîvala Girê Koxê ev 12 sal bûn ji ber "ewlehiyê" hatibû qedexekirin, îsal li dar dikeve. Festîvala ku li Şaredariya Gimgima Mûşê lidar dixe, îro bi meşê dest pê kir.
Ji ber otogara navçeyê ber bi meydana gund ve amadekarên festîvalê ketin rê. Festîval îsal bi diruşma "Bi hêza hunerê dê aştî were welatê rojê" li dar dikeve.
Di merasima destpêkirina festîvalê de Hevşaredarê Gimgimê Giyasettin Aydemir bal kişand ser qedexeya li ser festîvalê ya niha û festîvala îsal li gel pîroz kir.
Piştî nîvro dê panelên "Xirakirina Ekolojî" û "Ji bo pirsgrêka kurd çareseriya demokratîk" li dar biekvin. Êvarê jî dê bi beşdariya Navdar Deniz, Umut Gunduz, Firat Guneş û Dodan li meydanê gund konserek li dar bikeve.
**
Nûçeya Eleqedar:


