Diyarname
1'emîn Festîvala Çand û Hunerê Geverê ku ya ji aliyê Şaredariya Geverê hat organîzekirin bi beşdariya deh hezaran kesî li dar ket.
Festîval roja 16 û 17'ê mehê li dar ket. Şaredariya Geverê cara yekê ev festîval li dar dixist. Festîval li gundê Berbinî du rojan bi coş li dar ket. Gel çû seyranê, li wir govend gerand û êvarê jî li konseran temaşe kir. Di festîvalê de li qadê saziyên sivîl wekî ÎHD, komeleya ziman ZIMAN-GEH stand vekirin, der barê xebatan de ligel mirovan dan û standin çêkirin.
Di konsera roja yekê de hunermend Berjin Kaplan û Serdar Canan derketin ser dikê. Di roja diduyan, yanê duh êvarê jî Dengê Erbane Gever û Koma Amed li ser dikê bûn.
Duh êvarê Mebûsên DEM Partî yên Culemêrgê Onur Düşünmez, Vezir Parlak û Oznur Bartir, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Diri û bi hezaran kes amade bûn.
Mebûsa Dem Partî ya Culemêrgê Oznur Bartin axivî û got, "Îro em dibînin ku gelê me bi hemû heyîna xwe, bi deh hezar kesan li vir xwedî li çand, ziman û rengê xwe derdikeve.”
(Foto Mizgîn Şedal / Yuksekovahaber)


