Diyarname
Kovara li ser wergera helbestan LEWerger di vê hejmara xwe re helbestên li ser erotîzmê pêşkêş dike.
Kovara LEWergerê di sala xwe ya 5'an de bi hejmara xwe ya 13'yan li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê niha hejmara rezber-kewçêr-sermawez-berfanbara 2026'an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.
LEWerger ku ev demek e her hejmarê mijareke sereke diyar dike û helbestên li ser wê mijarê ji wêjeya dinyayê werdigerîne kurdî, di ve hejmarê de meseleya "erotîzm"ê hilbijartiye û pêşkêş dike. Edîtoriya kovarê pirsa "Çima em ji laş ditirsin û hin hestan vedişêrin? Çima tiştên ku di hundirê me de her zindî ne, herî zêde jî li ser zimanê me bêdeng dibin?" avêtiye meydanê û wisa lê zêde kiriye, "Belkî helbest ne ji bo bersivandina van pirsan hatiye dinyayê... Belkî jî bi tenê ji bo ku pirsan zindî bihêle, helbest maye helbest..."
Herhal mirov dikare bibêje ji roja ku mirovahî dest bi rêwîtiya dinyayê kiriye heta îro erotîzm hebûye û dê her hebe jî. Heta niha li ser etorîzmê gelek tişt hatin gotin, hatin nivîsîn. Ev bû meseleya çîrok, roman, helbestan; bû meseleya lîstikên şanoyê, bû mijara fîlman. Û niha mijara sereke ya LEWergerê jî ev erotîzm e. Edîtoriya kovarê gotiye, "Erotîzm ji wî cihê ku peyv nikare her tiştî bêje dest pê dike. Ew ne tenê behsa laş, arezû yan kêfê ye. Ew rewşek e ku mirov tê de xwe û yê/a din bi awayekî nû hest dike; kêliyek e ku dîwarên di navbera me û bedenên me de avabûyî, hêdî hêdî derzê dixwin û diherifin" û ev lê zêde kiriye, "Erotîzm di helbestê de ne tenê nîşana arezûya cinsî ye. Ew dikare bibe zimanê hezê, yê azadiyê, yê serhildanê û carinan jî yê tenêbûnê. Mirov di wê de ne tenê li laşê yê/a din, lê li yê xwe jî vedikole. Ji ber vê yekê, erotîzm carinan ji xala herî nêz dest pê dike, lê di dawiyê de mirov tîne dixe nava guloka pirsên herî kûr ên hebûnê. Belkî erotîzm jî ji vir dest pê dike: Ji wê kêliyê ku dest hîn negihîştiye, lê hest gihîştiye, ku peyv hîn nehatiye gotin, lê bêdengiyê her tişt gotiye."
LEWerger ku di bin rêveberiya Yeqîh H., Miradê Miradan û Berfîn Huseynî de derdikeve, ji bo vê hejmarê van kesan edîtorî kiriye: Yeqîn h., Samî Hêzil, Seyîdxan Kurij, Alan Hemo, Aysel Tabak, Aydin Ekîn, Buhişt Issa, Hoşeng Nizarî, Elîşêr.
Ji Li-Young Lee, Ulla Hahn, Paul Eluard, Anna Ritter heta Seadi Yousif, Ahmed Şamlu; ji Seadi Yousif, Witter Bynner heta Sara Teasdale helbestên gelek helbestvanên ji dinyayê, ji welat û nijadên cuda hatine wergerandin û di vê hejmarê de hatine pêşkêş kirin.
Bi dehan helbestvan, bi temamî 53 helbestên wan bi keda dehan wergerên kurdî gihîştiye ber destên xwendevanan.
Ji bo têkilî:
lewwerger@gmail.com


