Diyarname
Li Rojava li ser statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nîqaş dewam dikirin, YPJ'ê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re bi daxuyaniyeke nivîskî rewşa dawî ragihand.
YPJ'ê ragihandiye ku heyeta wan 26'ê mehê ligel Wezareta Karên Hundirîn a Hikumeta Veguhêz a Şamê re hevdîtinek pêk aniye û wisa gotiye, "Di hevdîtinê de, mijara ewlehî û aramiya Sûriyê û pêşeroja hevkarî û hevrêziyê di navbera her du aliyan de bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin. Rojeva sereke ya civînê pêşeroja YPJ'ê bû. Hate teqez kirin ku YPJ wekî hêzeke taybet û rêxistinkirî dikare di bin banê Wezareta Hundirîn de were entegrekirin."
YPJ'ê gotiye ku hevdîtin bi awayekî erênî temam bûye û gotiye, "Ji bo temam kirin û encamkirina pêvajoya entegrasyonê di çarçoveya peymana 29’ê Rêbendanê/Çileya 2026’an de, wê hevdîtin û danûstandinên me berdewam bikin."
***
Li ser pêvajoyê çend nûçe û nivîs:
- Îlham Ehmed: Emê li nav dewleta Sûriyeyê peywirê bigirin
- Ebdî: Zarok wê bi zimanê xwe bixwînin
- Helîm Yûsiv: Gelo Rojava têkdiçe?
- Helîm Yûsiv: Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)


