Diyarname
Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava îsal di navbera 13-20'ê sermawezê de wê li dar bikeve. Niha çend afîşên mîhrîcanê hatin belavkirin.
Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava li Qamişloyê li dar dikeve û îsal wê cara 6'an li dar be. Diruşma îsal a mîhrîcanê “Çîrokên Hevpar Sînemaya Azad” e.
Mîhrîcana ku ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve tê organîzekirin, niha çend afîşên ku sazkirine belav kirin.
Serîlêdana fîlman a ji bo festîvalê heta 20'ê rezberê didome. Li gor agahiya Komîna Fîlm heta niha zêdetirî 150 fîlmên ji başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê, Îran, Tirkiye, welatên Ewropayê, Efganistan, Rusya, Berazîlya, Iraq, Lubnan, Erebistana Siudî û Taywanê ji bo festîvalê hatine şandin.



