Diyarname
Aktîvîst û stranbêj Neşwan Herkî ku ev 11 sal bûn li Almanyayê bû, dewleta Almanyayê ew dersînor kir.
Li gor nûçeya ANF'ê, Herkî ku ji Duhokê ye duh hatiye dersînorkirin.
Ev 11 sal bûn e li Berlînê dijiya. Herkî di serî de Newrozê, rojên girîng ên civaka kurd de derdiket ser dikê û xebatên çandî dimeşand. Tê gotin ji ber ev xebatên wî bûye hedef.
Herkî piştî hat binçavkirin, agahî nedan parêzerê wî û demek dirêj agahî jê nehat girtin.
Rayedarên alman bi hinceta ku xebatên siyasî dimeşîne, par rûniştina hunermend Herkî betal kiribû û bi belgeya destûra demkî ya mayînê (Duldung) destûr dabûn ku bimîne. Tevî ku dema destûra demkî ya mayînê bi dawî nebûbû û rojek beriya hevdîtina komîsyona têkildar a penaberiyê (Hartefallkommission) ku li ser rewşa penaberiya wî gotûbêj bikira, ji aliyê polîsan ve bi darê zorê hat binçavkirin û ber destê sibê ew şandin Iraqê.
Ji ber ku derbarê pêvajoyê de agahiya pêwîst nedan parêzer û xizmên Herkî, di aliyê hiqûqî de rê li ber girtine.


