logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Danasîna pirtûka 'Ez Çawa Bûm Pirek' hat kirin

  • Dîrok: 03/09/2026
  • Beş: Berhem

SILÊMANÎ

Mihemed Emîn Penciwênî binavê “Ez Çawa Bûme Pirek” derxistibû, niha çapa wê ya duyemîn hat kirin. Ji bo vê çapê jî li Silêmaniyê çalakiyeke danasînê hat kirin. Di çalakiyê de, sedemên nivîsandina pirtûkê, naveroka pirtûkê, ji zarokatiya nivîskar bigire heya beşdarbûna wî di têkoşînê de û rola jinan di pêvajoyên cuda de, hatin nîqaşkirin.

Şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd (KWU) 2'yê mehê li Silêmaniyê ev çalakî bo çapa duyemîn a pirtûka “Ez Çawa Bûm Pirek” (Çon Bûm Be Pird) li dar xist. Pirtûk bi soranî ji aliyê nivîskar û siyasetmedar Mihemed Emîn Penciwênî ve hatiye nivîsandin. Gelek kes li çalakiyê amade bûn. Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Heme Emîn di çalakiyê de nirxandinek li ser naveroka pirtûkê kir.

Li gor nûçeya Rojnewsê Penciwênî li ser sedem, armanc û naveroka pirtûka xwe axivî û got ku ew bi salan e li ser ji nû ve nivîsandina bîranînên xwe difikirî û wiha got; “Heval û dostan gelek caran ez teşwîq dikirim ku ez dest bi vê nivîsandina vê pirtûkê bikim. Carnan dema min çîrokek an bûyerek girîng vedigot ku xwedî girîngiyeke zêde ya dîrokî bû, wan ji min gazind dikirin ku çima ez vê mijarê nanivîsim. Digotin, ewê wekî delîl ji bo tomarkirina dîroka siyasî ya Kurdistanê di pêşerojê de wê sûd jê were girtin.”

Li ser naveroka pirtûkê jî Penciwênî wiha got: “Bi vegotina ezmûna jiyana xwe, min hewl da ku rewşa siyasî û mirovî ya dema ku ez tê de jiya me, ji xwendevanan re vebêjim. Ev pirtûk di heman demê de hinek razên ku berê kes nekariye vebêje jî dihewîne. Ev pirtûk, beşek ji têkoşîna siyasî ye. Têkoşîna min a çandî û helbestî, ku min berhemên xwe bi hestek çandî û helbestî pêşkêş kirine.”

Paşê Mamostayê Zanîngehê Dr. Şêrko Heme Emîn jî der barê pirtûkê de agahî dan. Pirtûk ji heşt beşan pêk tê; Beşa yekem zarokatiya nivîskar vedibêje ku çawaniya çêbûna malbata wî vedibêje; ku dayika wî ji Rojhilat û bavê wî ji bakurê Kurdistanê bû û kariye sînorên çêkirî bişkîne. Şêrko Heme Emîn wiha got: “Taybetmendiya eşkere ya pirtûkê rastgotiya nivîskar di tomarkirina qonaxên jiyana xwe de ye. Bi taybetî serdema ku ew bi têkoşîna PKK’ê re nas bû û eşkere dike ku ew çawa bûye ‘pirek’. Ev wekî sermayeyek mezin ya ezmûna nivîskar tê hesibandin. Beşên din yên pirtûkê li ser hatina nivîskar bo Silêmaniyê, tevlîbûna wî ya Partiya Komunîst, beşdarbûna wî di rêxistin, xwepêşandan û têkoşîna sivîl de disekinin. Her wiha nakokiyên siyasî yên ku li şûna lihevkirinê parçebûn çêkirine, ronî dike. Nivîskar gelek wêneyên trajediya ramanên cuda pêşkêş dike ku hîn jî di civakê de bedelê didin.”

Di dewamê de bal kişand ser çûyîna Herêma Beqa ya Lubnanê û hevdîtina nivîskar Mihemed Emîn Pênciwênî bi Abdullah Ocalan re û wiha axivî; “Di derbarê hewldanên wî yên dîplomatîk de, beşek din ya pirtûkê behsa serdanên wî yên herêma Beqa ya Lubnanê û hevdîtina wî bi Abdullah Ocalan re dike, ku tê de nivîskar wekî ‘pirek” ji bo pêşîgirtina li destpêkirina şer tevgeriya. Her wiha rola wî di avakirina medyayek azad û meşandina dîplomasiya netewî ya bê-alî de destnîşan dike. Beşek din a pirtûkê behsa girtina Ocalan û komploya navneteweyî dike. Di pirtûkê de ka çawa mijara girtinê ji mijarek takekesî veguheriye mijarek netewî ya giştî, vedibêje. Wî nîşan da ku berevajî nêrîna rayedarên Tirkiyeyê yên wê demê, doza kurd nehatiye tunekirin. Di şûna wê de, niha pirsgirêka kurd di parlementoya Tirkiyeyê de bi pêvajoyek aştiyane tê nîqaşkirin.”


 

Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

news
  • 03 10 2026

'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li NÇM'a Îzmîrê çalakiyên adarê

ad

"Mirina du evîndaran" û fîlmên din

ad

Notên ji kongreya BDP'ê ya Stenbolê

ad

Serokê Katalonya wazero ageyro Katalonya

ad

'Bila navên kurdî ên hatine guhartin dîsa bêne bikaranîn'

ad

Klîba Hefteyê: Arîn Mîrkan / Seyda Perînçek

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname