logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Dengê Helbesta Kurdî' derket
  2. Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro
  4. Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne
  5. Beşiktaş li Almanyayê bi ser ket
news-details

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

  • Dîrok: 03/09/2026
  • Beş: Serbest



___Brahîmê Alûcî___
 

Destpêk

Fîlmê “The Post” (2017), yê ku ji aliyê derhênerê navdar Steven Spielberg ve hatiye kişandin li ser weşandina Belgeyên Pentagonê (Pentagon Papers) ji aliyê rojnameya Washington Post ve radiweste. Li gorî vedîtina ewilî, ev fîlm çîrokeke li ser azadiya çapemeniyê û helwesta siyasî ya rejîma amerîkî ye; lê belê, dema mirov bi nêrîneke kûrtir a şîkar û derûnkolerî li ser vê xebatê bisekine, mirov dibîne ku çîrok di heman demê de pêvajoyeke kûr a derûn(nas)iyê jî di xwe de vedihewîne. Ev pêvajo bi taybetî li ser kesayeta sereke Katharine Graham (ku ji aliyê Meryl Streep ve tê lîstin) ava dibe û pêvajoyeke ku ji derhişiyê (unconscious) ber bi hişmendiyê (consciousness) ve diçe destnîşan dike.

Sigmund Freud di bîrdoziya xwe ya binyada derûnî de (structural model of the psyche) kesayetiya mirovan li ser bingeha sê hêmanan rave dike: Nizimezî (id), ezî (ego) û bilindezî (superego).
Nizimezî, beşa herî hov û seretayî û derhişî (unconscious) ya derûn û psîkê ye, li gorî 'rêgeza kêfê' (pleasure principle) dixebite û arezû û daxwazên xwerû, xurt û bêhempa dixwaze bêne cihbicihkirin.
Ezî, di navbera arezû û daxwazên nizimezî û pêwîstiyên rastiyê de wekî navbeynkar tevdigere û li gorî 'rêgeza rastiyê' (reality principle) dixebite.
Bilindezî jî beşa rewişt û exlaqî ya kesatiyê ye ku nirx û qeydên civakî, bi taybetî yên ji aliyê dê û bavan û saziyên civakî ve hatine peyitandin, temsîl dike.

Di fîlmê The Post de, ev sê hêman bi awayekî sembolîk di nav pevçûna navxweyîn û derxweyîn a Katharine Graham de derdikevin holê. Arezû û daxwaza wê ya kûr a derhişî ango der-hişmendî (unconscious desire) ya ji bo îsbatkirina hêz û şiyana xwebûna xwe û derbirîn û derbaskirina siya bavê xwe û mêrê xwe yê mirî (nizimeziya wê ya veşartî/nixumandî), di girêk û pevçûnekê de bi qeydên civakî yên baviksalar (bilindeziya civakî ya derxweyî) û bi pêwîstiya birêvebirina rastiya karsaziyekê (ezî/xwebûn) rû bi rû dimîne. Ev girêk û pevçûn ku di derûnkoleriyê de wekî çavkaniya rageşî (anxiety) û tengasiyê tê binavkirin, motora sereke ya geşedana kesatiya wê ya trawmatîk û dramatîk e.

Katharine Graham û Pêvajoya Şênberbûna Kesatiyê ango Takekesîbûnê
Ji nêrîneke Jung ve, rêwîtiya Katharine Graham a di fîlm de dikare wekî pêvajoyeke 'şênberbûnê' ango takekesîbûnê (individuation) were xwendin — bi gotineke din pêvajoya ku takekesek bi tevahî xwebûna xwe, cewhera xwe ya rastî, vediguherîne û ji siya (shadow) rewşa xwebûna xwe ya berê ya bindest derdikeve û dibe ‘xwe’. Di destpêka fîlmî de, em Katharine dibînin ku wekî 'jina bêdeng' (silent woman) tê xuyakirin: di civînên rêveberiyê de dengê wê kêm tê bihîstin û ew di bin siya bavê xwe û mêrê xwe yê berê de dijî, her du takekesên ku pêşiyê pozîsyona wê ya wekî xwediyê rojnameyê hilgirtibûn dest.

Ev rewş, li gorî têgeha Freud a 'girêka Elektra' (Electra complex) û têkiliya keç û bav, dikare wekî nîşaneyek ji girêdana wê ya derûnî ya bi otorîteya mêr ve were şîrove kirin. Biryara wê ya dawî ya ji bo weşandina belgeyan, li dijî şîretên parêzer û endezyarên darayî yên li dora wê, ne tenê reftar û tevgereke siyasî ye, lê her wiha derbeyeke sembolîk e li dijî bilindeziya wê ya berê, ya ku wê her tim wekî 'takekesekî ku divê guh bide mêran' fêr kiribû. Ev an wekî gotina Lacan a 'Navê-Bav' (Name-of-the-Father), sembola qanûn û rêzikên ku Katharine di dawiyê de ji nû ve pênase dike, dixe nava gengeşiyê.

Baviksalarî û Rageşiya Xesandinê
Têgeha Freud a 'rageşiya xesandinê' (castration anxiety) bi eslê xwe li ser rageşiya zarokên kur ji windakirina hêza xwe ya zayendî hatiye avakirin, lêbelê di lêkolînên feminîst-psîkanalîtîk de, ev têgeh hatiye berfirehkirin da ku rageşiya mêran a ji desthilata jinan jî bi nav bike. Di fîlmê “The Post” de, em vê şîkar û dînamîkê di kesayetên wekî rêveberên darayî yên pêbawer, bi civaka mêr de dibînin, yên ku bi rageşî û tirseke eşkere ji desthilatdariya Katharine ya nû de dijîn. Ev tirs û rageşî, ne tenê rageşî û tirseke aborî ya windabûna sermiyanê ye, lê di heman demê de tirs û rageşiyeke sembolîk e, ji betalbûna rêza kevneşopî ya baviksalarî (patriarchal order).

Di dîmena dawî ya dadgehê de, dema Katharine bi wêrekî di nav rêza jinên li derve rawestiyayî re derbas dibe, fîlm bi awayekî dîmenî derbeya wê ya li dijî vê rêza kevneşopî nîşanî me dide. Ev dîmen dikare wekî 'berzkirin'ê (sublimation) — mekanîzmayeke berevaniyê ku tê de enerjiya derûnî ya negihiştî tê veguherandin bo reftar û tevgereke civakî ya erênî — bê dîtin an were xwendin: rageşiya wê ya takekesane, di forma reftar û tevgereke sembolîk a rizgariyê de ji bo hemû jinan derdikeve holê.

Nêrîna Mêr û Temsîla Dîmenî ya Katharine Graham
Bîrdoziya Laura Mulvey ya 'nêrîna mêr' (male gaze) ku bi eslê xwe li ser bingeha derûnkoleriyê (psîkanalîz) hatiye avakirin, destnîşan dike ku di zimanê sînemayê yê kevneşopî de, kamera bi awayekî sazûmanî li gorî nêrîna mêran (mêrên li ser ekranê û temaşevanên mêr) hatiye avakirin û jin bi gelemperî wekî heybera nêrînê (object of the gaze) ne wekî kirde (object) ango xwedan-çalakî tê temsîlkirin. Di gelek dîmenên The Post de, em dibînin ku Spielberg bi zanebûn vê teknîkê bi kar tîne û paşê wê hildiweşîne: Katharine bi eslê xwe di civînên yekem de wekî takekesek ku tê 'temaşekirin' (looked at) û ne wekî takekesek ku 'dinêre' (looking) tê pêşkêşkirin, lê her ku fîlm pêş dikeve, kamera her ku diçe zêdetir wê wekî lebat û kirdeya çalak, ne wekî heybera tabat û pasîf, temsîl dike.

Ev veguherîna dîmenî (vîzûel) ya kamerayê bi xwe pêvajoyeke derûnî ya wê temsîl dike: ji bermayiya heybera nêrînê (object of gaze) ber bi takekesek ku bi xwe kirdeya (subject) çîrokê ye, guherîna kamerayê ne tenê teknîkeke sînemayî ye, lê di heman demê de diyarde û metaforeke ji bo veguherîna derhişiya ber bi hişmendiya wê ya derûnî û giyanî ve ye.

Sensor wekî Tepisandinê
Belgeyên Pentagonê bi xwe ku hikumetê bi salan ew veşartibûn, dikarin bi awayekî metaforîk wekî tiştê ku Freud jê re dibêje 'tepisandin' (repression) bêne fêmkirin — heqîqeteke ku ji hişê hevpar (kolektif) ê gel hatiye 'dûrxistin' ber bi qada derhişiyê (unconscious) ve diçe, ji ber ku ev heqîqet (ku şer li Viyetnamê ji destpêkê ve wekî têkçûyî dihat zanîn) ji bo rêveberiya siyasî pir rageş û tengezar bû ku were qebûlkirin. Di vê wateyê de, reftar û tevgera rojnamegeran a ji bo eşkerekirina belgeyan, dikare wekî pêvajoyeke derûnterapîk a civakî were şîrove kirin: derxistina rastiya tepisandî ber bi hişmendiyê, eyn mîna pêvajoya derûnşîkarî (psychodynamic) ya ku Freud jê re digot 'ya derhişî bike ‘hiş’-mendî' (where id was, there ego shall be).

Ev pêvajoyê di heman demê de dijberiyeke xurt jî derdixe holê: hikumet, wekî temsîlkerê bilindeziya sazûmanî (institutional superego), hewl dide ku vê 'derxistina rastiyê' asteng bike, ji ber ku eşkerekirin dikare bibe sedema tawan û 'sûcdariyê' (guilt) û şermê (shame) ya hevpar û kolektîf. Ev girêk û pevçûna di navbera zanîna veşartî û ya eşkere de, di Dadgeha Bilind (Supreme Court) de bi awayekî sembolîk çareser dibe ku dikare wekî sembola 'entegrasyona' têgehên di nav derûn û psîkeya neteweyî de were xwendin.

Ben Bradlee wekî Îdeala-Eziyê û Wekxwedîtin
Kesayeta Ben Bradlee, sernivîserê Washington Post, di fîlm de rola fîgureke pêbawer û bi îlham dilîze ku dikare bi têgeha derûnkolerî û derûnşîkarî ya 'îdeala-eziyê' (ego-ideal) were vekolîn kirin — ango wêneyê takekesekî ku em dixwazin bibin ew, li dijî 'bilindeziya ku zêdetir dixwaze em çi neynin. Têkiliya di navbera Katharine û Bradlee de ku tê de Katharine hêdî hêdî ji bo wêrekî û biryara xwe îlham ji Bradlee vedigire, dikare wekî pêvajoya 'wekxwedîtinê' (identification) were şîrove kirin ku Freud wekî yek ji mekanîzmayên bingehîn ên geşedana ezî û xwebûnê binav dike.

Her wiha, têkiliya di navbera van her du takekesan de ku tijî rageşî, tansiyon û rêzgirtinê ye, dikare wekî forma 'veguhastinê' (transference) jî were xwendin ku tê de takekes hestên xwe yên bi takekesên din ên girîng ve girêdayî (mînak, bav) li ser takekesekî din ê nûjen ku pozîsyona wê temsîl dike, vediguhezîne. Ji bo Katharine, Bradlee bi hin awayan sembola bavê wê ya windakirî ye, lê di heman demê de heval û partnerekî wekhev e jî ku hêz û şiyana wê ya nû ya serokatiyê jî temsîl dike.

Encam
Fîlmê The Post nîşanî me dide ku ev fîlm, li gel ku li ser rû wekî çîrokeke siyasî ya li ser azadiya çapemeniyê tê xuyakirin, di heman demê de qada zengîn a dahûrîn û analîza kesatiyê, pêvajoya tepisandin, şênberbûnê û şîkar û dînamîkên baviksalariyê pêşkêş dike. Bi karanîna çarçoveya Freud a nizimezî-ezî-bilindezî, têgehên Lacanî yên wekî 'Navê-Bav', bîrdoziya Mulvey ya 'nêrîna mêr' û têgehên wekî tepisandin, berzkirin, wekxwedîtin û veguhastin, mirov dikare bibîne ku rêwîtiya Katharine Graham ne tenê rêwîtiyeke rêveberiyeke karsaziyê ye, lê her wiha rêwîtiyeke kûr a derûn(nas)iyê ye — ji bindestiyeke bêdeng ber bi xwedîderketina xwebûna xwe ya têkûz ve.
Di heman demê de, reftar û tevgera hevbeş a rojnamegeran ji bo eşkerekirina rastiyên veşartî, dikare wekî prosesa derûnşîkarî ya civakî were nirxandin, ya ku tê de rastiyên tepisandî (repressed truths) ber bi hişmendiya giştî ve têne derkirin/derxistin. Bi vî awayî, The Post ne tenê belgefîlmekî dîrokî ya li ser rûdanên 1971’an e, lê her wiha metnek e ku dikare bibe navgîneke berfireh ji bo têgihîştina şîkar û dînamîkên derûn(nas)iyên di navbera takekes û civakê de û ji bo fêmkirina awayê ku hêz, zanîn û rageşî bi hev ve girêdayî ne.


Çavkanî
Creed, B. (1993). The monstrous-feminine: Film, feminism, psychoanalysis. Routledge.
https://api.pageplace.de/preview/DT0400.9781000903652_A47814372/preview-9781000903652_A47814372.pdf 

Freud, S. (1961). The ego and the id (J. Strachey, Trans.). W. W. Norton & Company. (Original work published 1923) sigmundfreud.net/the-ego-and-the-id-pdf-ebook.jsp

Lacan, J. (1977). A selection (A. Sheridan, Trans.). W. W. Norton & Company.
https://www.academia.edu/129656208/Ecrits_A_Selection_by_Jacques_Lacan 

Mulvey, L. (1975). Visual pleasure and narrative cinema. Screen, 16(3), 6–18. https://doi.org/10.1093/screen/16.3.6

https://academic.oup.com/screen/article-abstract/16/3/6/1603296 
 

 

*

Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

- Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

- Narsîsîzm Wekî Avahiyeke Damezrîner

- The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

- Şîretên derûn(nas)iya bindestî, azadî û veguherînê

- Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

- Êş û Elema Bêşahid; Bi Nêrîneke Derûnkolînerî

- Narsîzma bindestan; Xwendineke derûnkolorînerî li ser rewşa kurdan

- Bêçaretiya Fêrbûyî û Rewşa Kurdan

- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e

- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

- Ziman, Derûn, Jiyan

3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve 

2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)

1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)

- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî

- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî

- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê

- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

Parve Bike

Youtube Me

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Parlamenterê kurd Samî Şoreş jiyana xwe ji dest da

ad

Nadiya Mûrad nîşaneya herî bilind a Fransayê girt

ad

Helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

ad

Dengê "Stranên Çiyan" li Stenbolê bilind dibin

ad

Kurd ji bo Rojava dimeşin ser sînor

ad

Ciwan Haco: Min bi TRT'ê re li hev nekiriye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

  • 15 10 2026
news

Dadgehê ceza li siyasetmedar Lahur Şêx Cengî barand

  • 15 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de maçên îro

  • 15 10 2026
news

Li ser tofana Stenbolê: Heta niha 3 kes mirine, 5 winda ne

  • 15 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname