___GULBEJN___
Wêje, qadeke bihêz e ku cîhana hundirîn a mirov bi rêya gotinan nîşan dide. Şahî, xemgînî, hêvî, tirs, şopên rabirdûyê û xewnên pêşerojê bi rêya nivîsandinê têne îfadekirin. Mirov pir caran tiştên ku nikarin bi gotinan bibêjin bi saya nivîsandinê vedibêjin, ew rêyek e ji bo parvekirina hest, êş û ramanan. Ji ber vê yekê, nivîsandin ne tenê amûrek îfadeyê ye, lê di heman demê de rêyek e ku mirov xwe fam bikin.
Helbet nivîskar ne tenê li ser hestên xwe disekine. Ew li ser jiyana rojane, li ser kesên li der dora xwe, li ser bûyerên ku bûne şahidê wan û her wiha li ser pergala ku mirov tê de dijîn û li ser pirsgirêkên civakî û siyasî jî sekna xwe nîşan dide. Hin caran ev sekn bi zimanekî zelal û rasterast tê gotin, hin caran jî bi zimanekî veşartî, bi sembol û îmayan. Di her du rewşan de jî wêje hêzek e ku rastiyê tîne rû. Lê belê ev hêz ne her gav nerm û aram e. Carinan tûj e, hişk e û bi eyankirina heqîqetan xwe li rûyê civakê dixe.
Her wiha em dikarin bêjin ku wêje serhildanek e; helwestek e li hemberî desthilatdarî, otorîte û şertên giran. Ev jî dibe sedem ku nivîskar, pirî caran rastî rexne, sansûr û şertên dijwar were. Êdî pirsgirêka girîng di wêjeyê de derdikeve holê. Wêje, di bingehê de bi azadiya ramanê re girêdayî ye. Heke nivîskar nikaribe hest, bawerî û ramanên xwe bi awayekî azad îfade bike, wêje jî dê berteng bibe û dengê xwe winda bike. Lê em werin ser pirsa xwe ya bingehîn ku gelo nivîskar bi rastî azad e? An jî çiqas azad e?
ZEXTÊN LI PÊŞ NIVÎSKARAN
Em hemû dizanin ku ev pirs nû nîn e di dirêjahiya dîrokê de. Desthilatdarî tim hewl daye ku dengê nivîskar sînordar bike; bi taybetî jî rexneyên nivîskaran li ser rejîm û rêveberiyê wekî gef hatine dîtin. Di wan demê de, wêje gelek caran di bin siya sansûrê de dimîne. Lê dîsa jî rêyeke dibîne ku dengê xwe bide bihîstin. Ligel vê yekê azadiya nivîskarekî ne bê dawî ye. Sedema yekem û belkî ya herî bi bandor zexta siyasî ye. Desthilatdarên polîtîk, qedexe û gelek astengiyên wan ku em dikarin lê zêde bikin bi wî şiklî rê li ber nivîskaran digrin ku ramanên xwe bi awayekî azad nikaribin îfade bikin. Wekî din, zextên civakî jî faktorek sînordar e; kevneşopî, nirx û bendewariya derdorî gelek caran nivîskar di nav çarçoveyeke de dîl digirin. Hêviyên xewndevanan û xemên aborî jî bandorê li ser hilbijartina mijar û şêwaza nivîskêr dikin. Helbet sînorkirinên navxweyî, fikar û gumanên nivîskêr jî di nav faktorên ku bi tevahî ne azad bin.
SANSURA LI SER PIRTÛKA MARQUEZ
Heger em li ser xala herî girîng û balkêş bisekinin ku ev desthilatdariya siyasî ye teqez, dîrok şahideke bêdeng e ku azadiya nivîskaran bi awayekî berdewam ji hêla zextên siyasî ve hatiye ceribandin. Wekî mînak, Gabriel G. Marquez bi romana xwe a “Cien años de soledad” (Tenêtiya Sedsalî) li Amerîkaya Latîn, bi taybetî di bin siya rêjimên muhafezekar de, bi qedexeyên giran re rû bi rû maye. Ji ber rexneyên siyasî yên di nav rêzikên veşartî û mijarên zayendî yên bi wêrekî, hatine sansurkirin. Ku li hin saziyên perwerdeyê ji ber “zimanê bêedeb û naveroka zayendî” ji nav pirtûkên dersan hatiye derxistin û dem dem hatiye qedexekirin.
BERHEMÊN SARTRE ‘WEKÎ TALÛKE’ HATINE DÎTIN
Bi heman awayî, berhemên Jean Paul Sartre jî ketine bin siya zordariyê. Berhemên wî, felsefeya hebûnê û nêrînên siyasî, bi taybetî di rejîmên faşîst û totalîter de, wekî talûke dihatin ditîn. Bi taybetî di dema dagirkeriya Naziyan ya li Fransayê (1940–1944) de, rêveberiya propagandaya alman li ser şano, pirtûk û çapemeniyê sansûreke tund derpêş kirin; nivîskar û berhemên ku li dijî rêjîmê dihatin dîtin, an dihatin qedexekirin an jî ji belavbûnê dihatin rakirin. Lê belê her çiqas berhemên gelek nivîskaran bi sînor, astengî û şert û mercên dijwar re rû bi rû hatibin jî, wan di edebiyata cîhanê de cihêkî girîng bi dest xistine. Nivîsên wan ne tenê wekî berhemên hunerî, lê wekî dengê azadiyê, edaletê û mafên mirovan jî têne xwendin; ji ber vê yekê, wan di hiş û ramanê gelek xwendevanan de bandorek kûr û mayînde hiştine.
QEDEXEYÊN LI SER NIVÎSKARÊN KURD
Bê guman, nivîskarên kurd bi gelemperî ji azadiya ramanê ya wêjeyî û çandî hatine bêparkirin. Her çiqasî di hin serdeman de bi awayekî demdemî û kurt dergehên azadiyê vebûbin jî, qedexeyên li ser nivîskarên kurd bi şêwazên cuda heta roja îro dewamkirine. Qedexekirina zimanê kurdî, înkarkirina nasnameyê û çewisandina rexnekirina Pirsgirêka Kurdan, azadiya fikr û ramanên nivîskarên kurd bi awayekî tund sînor kirine. Gelek zext û zordestî yên ku nivîskarên kurd pê re rû bi rû mane, di nav de qedexekirina berhemên wan, cezayên zindanê, sirgûn û heta tehdîtên li ser jiyana wan jî hebûn.
REWŞA MUSA ANTER
Heger em di vê çarçoveyê de mînakan bidin, yek ji wan, bê guman rojnameger, nivîskar û çalakger Musa Anter e. Ew ji ber xebatên xwe yên li ser nasnameya kurdan û parastina zimanê kurdî, bi salan rastî zextên desthilatdaran hatiye. Berî ku were kuştin jî, ji ber parastina çand û mafên kurdan, gelek caran hatiye girtin, nivîs û gotarên wî hatine qedexekirin.
SANSURA KU CEGERXWÎN RASTÊ WÊ HATIYE
Bêşik yek ji wan jî helbestvan û nivîskarê nemir Cegerxwîn e. Ew yek ji nivîskarên girîng ên wêjeya kurdî ye û ji ber xebatên xwe di hin deman de rastî sansûrê hatiye. Kar û berhemên wî yên ku çand û mafên gelê xwe diparêzin, wî ne tenê wekî helbestvanekî, lê di heman demê de wekî sembola berxwedan û bîranînê jî pêş xistine. Taybetmendiya wî ya herî girîng ev e ku bi taybetî tevkariyên wî ji bo zimanê kurdî û wêjeya gelêrî ya kurdî, ji bo gelek nivîskar û hunermendên kurd bûye çavkaniya îlhamê. Lêbelê, di tevahiya jiyana xwe de, ji ber ku nasnameya kurdî bi awayekî eşkere parastiye, rastî zext û zehmetiyan hatiye; ev rewş jî bandorek kûr li ser berhem û cihê wî yê di dîrokê de kiriye.
Wekî wan nivîskaran gelek mînak hene ku, di xebat û berhemên xwe de, bi wêrekî û bê tirs pirsgirêkên civakî û siyasî yên dema xwe kirine mijara nîqaşê. Di heman demê de bi dîtina rexneyî li hemberî desthilatdariyê jî sekinîne, ku loma jî rastî nakokî û dijwariyan hatine. Desthilatdaran di seranserê dîrokê de, bêhejmar hewl dane ku baskên ramanê bişkînin, dengê penûsa wan nivîskaran bêdeng bikin. Her çiqas dengê nivîskaran di siya qedexeyan de bûbe pistinî û car caran jî di tariyê de bûbe qîrînek jî, ev agirê fikir û ramanê ku di hundir de dişewite, qet bi tevahî nehatiye vemirandin. Ji ber ku penûsa nivîskar ne tenê bi peyvan, lê bi berxwedana xwe jî heye; û azadî herî zêde jî di hundirê wê berxwedanê de nefeseke bi eks dijî.
gulbejntori@gmail.com
***
Nivîsên Gulbejn ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:


