Vîdeoyek li ser Gift Orban:
Diyarname
Di hefteya 5'an a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedsporê li mala xwe tîma Stenbolê Başakşehîrspor kir mêvan. Di nîveka yekem de Amedspor serdest bû di saniyeyên dawî de dengê golê hat1-0,.
Stada Amedê tije bû. Di nav protokolê de jî kesên nû hebûn. Hevşaredarê berê yê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli ku çend roj berê ji girtîgehê derketibû jî li maçê bû.
Amedspor bi A. Lafond, Ugur Meraş, D. Bates, L. Dellova, E. Krasniqi, Furkan Yosalp, R. Ravelson, M. Khalil, Dia Saba, S. Ballet, Gift Orban dest bi maçê kir.
Amedsporê bi xwestek, bi êrîş dest bi maçê kir. Di 45 deqeyên pêşî de bi pasên dirêj ber bi keleha Başakşehîrê ve çû lê encam bi dest nexist, heta saniyeyên dawî.
Di deqeyên pêşî de Amedsporê bi şûtan xwest golê biavêje, lê nebû.
Deqe 11'an de bi pasê Krasniq lîstikvan Orban derket pêş, lê nekarî golê biavêje. Orban di deqîqeyên pêş de jî defansê Başakşehîrê hejand lê nedarî golê biavêje.
Deqe 14'an de Bale şût avêt, di deqîqeya 15 û 17'an de Saba bi şûtên xwe li pêş bû, lê encam tune bû.
Di deqîqeyên navbera 35-40'î de tîma mêvan Başakşehîrê êrîş kirin, du caran korner bikar anîn, encam neguherî.
Di deqîqeyên dawî yên nîveka yekem de dîsa tîma Amedsporê li ber keleha Başakşehîrê bû.
Di rewşeke wisa, deqe 45 de dema dîsa lîstikvanên Amedsporê li ber keleha Başakşehîrê kon vedabûn; Lîstikvanê Başakşehîrê Omer Alî dema xwest gogê ji ber keleha xwe dûr bixe gog li hevalê wî Emin Bayrak ket û vegeriya nava tora Başakşehîrê: 1-0.
Nîveka yekem bi yekem bi 1-0, bi serketina Amedsporê bi dawî bû

Nîveka duyemîn dest pê kir. Dîsa Amedspor di êrîşan de ye.
Dq 54: Furkan ji derveyê xêza pêş sehayê gog ber bi Orban ve şand, Orban xweş bilind bû, bi serê xwe lê da û got: 2-0.
Dq 56: Balle pas da Krasniq, wî ji Orban re şand, Orban gog şand keleha vala.
Dq 63, Teknîk dîrektor Besnik Hasi lîstikvan Muhammed Khalil ji maçê derxist, Amadou Cisse xist nav lîstikê.
Dq 65, Lîstikvanê Başakşehîrê Openi şût avêt, gog çû derve. Di nîveka yekem de ev şuta yekem a Başakşehîrê bû.
Dq 75, Gift Orban carek din li ser dikê ye; hat-trick: Encam bû 4-0.
Dq 83, Mbaye Diagne vê carê gol avêt. Diagne deqe 80'ê de ji dêvla Gift Orban ve ket sehayê û gola xwe avêt. Diagne piştî sê salan bi Amedsporê vegeriya Lîga Super û cara yekê piştî sê salan di Lîga Super de dîsa gol avêt.
Maç bi 5-0 bi dawî bû. Bi vê encamê Amedsporê bi 10 pûanan piştî Galatasaray û Beşîktaşî di rêza sêyemîn de cih girt.
Gola ka Diagne avêt, ji bo ku ew bê ser xwe bo wî girîng bû. Li aliyê din Gift Orban ku çend sal berê di Lîga Konferansê de 3 gol avêtibû Başakşehîrê vê carê di Lîga Super de carek din 3 golên xwe avêtin Başakşehîrê. Her wiha Gift Orban niha di Lîga Super de di nav golavêjên pêşî de ye: Orban ilgel lîstikvanê Galatasarayê Victor Osimhen bi 6 golan di rêza yekem de ye. Dûre ji Kasimpaya Beedyczak, ji Beşiktaşê Dusan Vlahovic, ji Başakşehirê Şamuradov, ji Goztepeyê Santos û ji Trabzonê Salah bi 4 golan tên.


