Diyarname
Li hemberî biryara Wezarerta Perwerdehî ya Sûriyeyê çalakî didomin.
Va ne çalakiyên ku duh li dar ketin:
XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN LI HELEBÊ BANG KIRIN
Li bajarê Hesekê xwendekar û mamoste li dibistana Ibn Rişd a taxa El Mişêrfe kom bûn û daxuyanî dan.
Pankartên li ser hatibû nivîsandin "Ji mafê me ye em fêrî zimanê kurdî bibin", "Zimanê kurdî hebûna me ye","Bê ziman jiyan nabe" û "Dema ku li Sûriyeyê zimanê kurdî mîna zimanê erebî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê wê demê ronesans dest pê dike" berz kirin.
Xwendekar Hedla Xelef bi kurdî, xwendekar Hêmin Hiso jî bi erebî daxuyanî xwend: "Em xwendekarên dibistana Ibn Rişd a bajarê Hesekê biryarên ku hikûmet derdixe dişopînin. Qebûlnekirina meteryalên kurdî û heftê tenê 3 saet zimanê kurdî sînordar kirin binpêkirina mafên me yên hiqûqî û neteweyî ye. Em vê biryarê red dikin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de got: "Bi sedhezaran xwendekarên dibistana seretayî, navîn û amadeyî bi zimanê kurdî dixwendin. Ji refa yekemîn a dibistanê me bi zimanê kurdî xwend û ev biryar dê ziyanê bide xwendin û siberoja me. Em ji hikumeta veguhêz daxwaz dikin ku vê biryarê rawestînê û em li herêmên xwe meteryalên xwe yên bi zimanê kurdî bixwînin û dikarin fêrî zimanê erebî jî bibin. Sûriyeyê welatê hemû pêkhateyan e (ereb, ermen, kurd û suryan) û nabe ku mafên wan ên çand û ziman were binpêkirin. Em ê daxwaza mafê xwe bikin, mafê fêrbûyîna bi zimanê dayîkê mafekî di qanûnên navneteweyî de heye. Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye. Nabe ku aqûbeta bi hezaran xwendekaran were têkeve talûkeyê. Belê, ji perwerdeya bi zimanê kurdî. Em daxwaza mafên ziman û çandî yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin. Em rêz didin pirrengiya ziman û çandê ya Sûriyeyê"
Li Hesekê ev ji 6'ê mehê ve ye çalakiyên xwendekaran didomin.
LI GIRKÊ LEGÊ XWENDEKAR NAÇIN DIBISTANÊ
Li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê xwendekarên bajarê Girkê Legê û gundên girêdayî Girkê Legê ev 6 roj e naçin dibistanê. Xwendekar qebûl nakin ku derbasî dibistanê bibin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin.

LI TILTEMIRÊ WÊNEYÊN LI SER DÎWARAN
Di çarçoveya çalakiyên li Rojava bi armanca piştgiriya zimanê kurdî û pêşxistina hebûna wî li nava jiyana giştî de ciwanên ji bajarê Til Temirê çalakiyek ji bo derbirîna piştgiriya xwe ji ziman û çanda kurdî re li dar xist.
Ciwanan li ser dîwarên cihê ketina bajêr wêne û nivîsên bi zimanê kurdî nivîsandin.
HEVSEROKA MSD'Ê: ENTEGRASYON NAYÊ WATEYA BIDAWÎKIRINA HEBÛNA KIRDAN
Hevseroka Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, diyar kir ku ew ê dev ji daxwaza xwe ya ji bo naskirina ziman û çanda kurdî bernedin.
Qereman serdana kona sersaxiyê ya ji bo leşker Samî Şêx Husa (Sîpan) ku hatibû revandin û hatibû kiştin kir. Qereman diyar kir ku kes dê nikaribe mafên kurdan bêbandor bike an jî daxwazên wan ên azadiyê bêdeng bik
Qereman li ser meseleya entegrasyonê jî got, "Entegrasyon nayê wateya bi dawîkirina hebûna kurdan. Ziman beşek ji hebûn û nasnameya me ye, û em ê li dev ji vê daxwazê bernedin."
KONA LI DÊRIKÊ HATIBÛ DANÎN
Li Dêrikê 10'ê mehê kon hatibû danîn û çalakî li wir dom dikirin. Ew kon di roja xwe ya çaran de jî li wir e û çalakî didomin.
Kon li pêşiya dibistana Yûsif El Ezma ya li bajarê Dêrikê hatiye vedan.
Şênî û xwendekarên gundewarên herêma Beravê ya girêdayî Dêrikê berê xwe dane konê û helwesta xwe ya li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê nişan didin.
Şênî ku daxwaza sererastkirina biryarê kirin, bang kirin ku materyalên perwerdeyê bi zimanê kurdî jî werin dayîn û zimanê kurdî di destûrê de were naskirin.
Çalakvan destnîşan dikin ku ew ê heta naskirina zimanê kurdî têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe yê dayikê bidomînin.
KNK'Ê BANGA PIŞTGIRIYÊ KIR
Komîteya Ziman, Perwerde, Çand û Hunerê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî bi daxuyaniyeke piştgiriya çalakiyên li Rojava yên ji bo ziman kir û got. "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî û jêveneger e. Divê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tavilê dest ji sekn û êrîşên antî-demokratîk ên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê berde û vî mafê xwezayî û mafdar nas bike."
Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li çar aliyên Kurdistanê, dîasporayê û rêxistinên navneteweyî û mirovî hate kirin ku piştgiriyê bidin doz û têkoşîna gelê Rojava.
KNK'ê daxuyanî wisa bi dawî kir, "Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî jênevegere û gelên Rojava heta vê daxwaza xwe bi serketinê tacîdar bike wê têkoşîna xwe dewam bike."
Hin nûçeyên eleqedar:
- Vê carê deng ji Qamişlo, Amûdê, Çilaxa, Dêrik û Til Temirê bilind bû
- Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir
- Çalakî: 'Vê biryarê biguherînin'
- Waliyê Hesekê û mamosteyên zimanê kurdî civiyan
- Li 5 bajarên Rojava kurd ji bo ziman li kuçeyan bûn
- Li Amûdê gel, li Hesekê mamoste ji bo ziman daketin kuçeyan
- Partiyên siyayî yên Kobanî: Em biryara sê saetan a ji bo dersa kurdî red dikin
- Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
- PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike
- Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
- Ebdî: Zarok wê bi zimanê xwe bixwînin
- Helîm Yûsiv: Gelo Rojava têkdiçe?
- Helîm Yûsiv: Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)
- Cemil Oguz: Em bi anekdotan li meseleyê binêrin


