Stenbol
Li Tirkiyeyê îro dibistanan dest bi perwerdehiya serdema 2026-27'an kir. Li dibistanên Tirkiyeyê perwerdehiya bi kurdî tenê ji bo dibistanên polên 5-6-7-8'an, ew jî hefteyê du saet û dersa hilbijartî. Li gelek cihan jî bi sedemên cur bi cur ev ders jî nayê dayîn. Li hemberî vê kurd daxwaza perwerdehiya bi kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehê dikin. Du komleyên kurdan, Komeleya Lêkolînên Kurdî û Zimanxane jî di vê roja ku perwerdehiyê li Tirkiyeyê dest pê kir de daxuyanî da çapemeniyê û banga qebûlkirina ziman û perwerdehiya bi kurdî kir. Ew li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Stenbolê hatin ba hev û daxuyanî dan. Endam û rêveberên saziyên zimanê kurdî û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bû.
Pankarta li ser “Statuya Kurdî, perwerdeya Kurdî” û “Statuyê Kurdkî, perwerdeyê bi Kurdkî” nivîsandibû hate vekirin û diruşmeya “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Kirmanckiya daxuyaniyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan, kurmanciya wê jî Rêveberê Zimanxaneyê Haci Erbek xwend.
‘FERMÎBÛNA ZIMAN DIVÊ'
Di daxuyanyê de hat gotin ku îro wekî hersal dîsa bi mercên newekhev û neheq serdema perwerdehiyê ya nû dest pê kir û wiha hat gotin: “Zarokên kurdan îsal jî dê ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar dest bi dibistanê bikin. Tirkiye ev ji sed salî zêdetir e ku polîtîkayeke înkar, asîmîlasyon û tunekirinê dimeşîne û kirinên wê yên di warê çand û ziman de jî rengê çand û ziman ê vê polîtîkayê ye. Ji 27'ê reşemiya 2025an pê ve pêvajoyeke nû ya bi gavên girîng dest pê kir ku ev gav bi tevahî ji aliyê kurdan ve hatin avêtin, lê belê hetanî niha jî aştiya pozîtîf, gavên wê, mafên zimanî û perwerdeya bi zimanê dayikê, ji van xalan tu behs nehatiye kirin. Pirsgirêka kurd meseleyeke polîtîk e ku parçeyeke wê ya sereke, meseleya zimanê kurdî û nasnameya kurdan e. Daxwaza me wekheviyeke rasteqîn e û perwerdeya bi zimanê dayikê û fermîbûna zimanê kurdî ye. Ev ne tiştekî utopîk û derasayî ye, berevajiyê vê, daxwaz û bendewariya herî rewa û xwezayî ye.”
'ZEXTÊN LI SER KURDÎ RAKIN'
Hat gotin ku ji bo aştî û wekheviyê perwerdeya bi zimanê dayikê nas bikin û wisa hat gotin: “Wekî pêwîstiya ji bo qedandina cudakariya sîstematîk û avakirina mercên wekhev û azad di jiyana civakî de, divê wekî kêmtirîn şert, perwerdeya bi zimanê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê pêk bê. Divê zextên li ser kurdî bi dawî bibin, kurdî û kurd ji ber hebûna xwe, nasnameya xwe û mafên xwe yên neteweyî bi amûrên darazê neyên hedefgirtin û cezakirin."
'HIKUMETA SÛRIYÊ DIVÊ JI VÊ GAVA ŞAŞ VEGERE'
Hat gotin ku perwerdeya bi kurdî li Rojava jî li her dera cihanê jî xwezayîtirîn daxwaza kurdan e; Tirkiye jî divê hewl nede ku modela xwe ya li gorî hînkirina zimanên biyanî û entegrekirina nifûsên koçber, li ser axa kurdan li kurdan bide ferzkirin.
Di daxuyaniyê de li ser Rojava wisa hat gotin, "Em her cure pêkutî û biryarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê yên li ser bisînorkirina kurdî şermezar dikin û dibêjin ji van polîtîkayên şaş ne li Tirkiyeyê ne jî li tu dera cihanê tu kesî xêr nedîtiye. Lewre divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji vê rêya şaş vegere û rêzê li mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.”
MÎNAKÊN LI WELATÊN DIN
Daxuyanî wisa bi dawî bû, “Tirsa ji perwerdeya bi zimanê kurdî, di mahiyeta xwe de tirsa ji hebûn û nasnameya kurdan e û xwesteka asîmîlasyoneke demdirêj di nava xwe de dihewîne. Em vê helwestê ji binî ve red dikin. Ziman stûna sereke ya çand, dîrok, nasname û xwebûna gelan e. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafekî bingehîn ê mirovan e; di hemû peymanên navneteweyî de hatiye pejirandin û bingeha aştiya civakî ye. Li welatên wekî Swîsre, Kanada, Belçîka, Spanyayê û gelek welatên cihanê perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên zimanî di astên cur bi cur de hatine qebûlkirin û pêk tên. Her wiha, ev mînak nîşan didin ku mafên zimanî yên kolektîf tu xisarê nadin yekîtiya welatan, berevajiyê vê yekê, aramiya siyasî û rêzgirtina dualî xurttir dikin. Wekî Komeleya Lêkolînên Kurdî û Zimanxaneyê, em dibêjin perwerdeya bi zimanê dayikê şerta wekhevî û hevnaskirinê ye; bingeha aştiya civakî û civaka demokratîk e û daxwaza sereke û mafê rewa yê gelê Kurd e. Divê astengên destûrî û pratîkî yên li pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin û ev maf bê misogerkirin.”

Komeleya Lêkolînên Kurdî ji sala 2017'an de li Unkapaniya Stenbolê xebatên li ser kurdî didomîne. Zimanxane jî meha pûşpera îsal li Umraniyeya Stenbolê hat vekirin û dest bi xebatên kurdî kir. Her du saziyan jî qursên bi kurdî hene.


