Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de Dora Yekem ji duh ve tê lîstin û sibê dê temam bibe. Di vê çarçoveyê de îro maça Cizre Belediyespor û Hakkari Zapsporê hebû. Maç li Cizîrê bû, lê bêyî maç bê lîstin, hakêm biryar da û Hakkari Zapspor bi hikma zagonê bi ser ket.
Mesele wisa bû:
Cizre Belediyespor nû gav avêtiye nav profesyoneliyê. Tîm îsal cara yekê dê di Lîga Derbasbûna Profesyonelî (Berê navê lîgê Bolgesel Amator Lîg - Lîga Amator a Herêmî) wê bilîze. Di vê dora kûpayê de jî ji vê lîgê û ji lîgek jortir Lîga 3'yemîn tîm hene. Yek ji van jî Cizre Belediyespor û Hakkari Zapspor bû.
Tîma Hakkari Zapsporê hat sehayê lê tîma Cizre Belediyespore nehat. Rêveberan got ku ew lîsansa tîmê temam dikin. Heyeta hakêman li bendê ma. 25 deqe hakêm û lîstikvanên Hakkari Zapsporê li nav sehayê man, lê belge nehatin. Hakêm maç betal kir. Vê kêliyê rêveberên Cizre Belediyespor û heyeta teknîkê belge anîn lê êdî dem çûbû jî. Li ser vê di navbera rêveberên Cizre Belediyespor û heyeta hakêman de nîqaş derket. Encam neguherî.
Hakêm Abdulkadin Aslan biryara betalkirina maçê û pêre serketina Hakkarî Zapsporê da.
***
Nûçeya Eleqedar:


