___Îhsan Bîrgul___
Niha li Serhedê wextê hilgêriyê ye. Yanî wexta çûyîna mala ya zozan. Helbet her sal milletê me zûtir diçûn zozanan lê ji ber ku îsal berf dereng heliya, hilgêr ma vî wextî.
Ez ê îro ji we re bi çend gotinan behsa hilgêra berê bikim.
Ji ber ku zozanên me gelek dûr bûn, em ancax bi barê ker û hespan diçûn zozanan. Niha jî bi cur ve cureyên erebeyan diçin.
Ewil hemû gundiyan pezê xwe tevî hev dikirin û bi çend şivanan pêş de dikirin rêya zozanan. Paşê jî jin vedigeriyan malê, ji bo haziriya rêwîtiya hilgêrê. Çimkî edet bû, divê di rê de bi merivan re wekî xwarin kade, helaw, mirtoxe, bêşî û hwd hebûna. Bêyî van hilgêr nedibû hilgêr.
Roja barkirina malan her mala ku biçûya zozanan di nîvê şevê de radibûn. Hemû bar hazir dikirin, mêrên gund destê sibê diketin rê. Pişti hilatina rojê dor dihate jinan. Her jinê ji bo xwarina di rê de xwarinên navên li jor borî amade dikirin, her kesî dêrê û fistanên xwe yên herî teze û bedew li xwe dikirin. Ev jî edetek bû. Dihate gotin ku ji ber yê li ser gelek gundan re derbas bibin, divê ser û sîçe pak bin. Ji bo rêwitiyek yekrêzî, yan hemû jin li rex hev diçûn yan jî li pey hev. Helbet hemû jin li ser pişta hespan diçûn. Hespên çê û adil.
Ji ber ku jin li ser pişta hespan diçûn, mêr jî bi barê keran re diçûn, jin beriya mêran digihîştin zomê. Li ser waran bi cih dibûn. Gelek caran çayek didan ser kûçikan heta mêr dihatin zomê. Piştî bicîhbûn û vedana konan jiyana li zomê dest pê dikir heta dagêrê…
02.07.2026 Giyadîn / Serhed
**
Nivîsên Îhsan Bîrgul ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Civata me ya rasta Xelfeliyê
- 8 sal şûn de dîsa vegeriyan ser eslê xwe!
- ‘Keziyên Jinebî’ yên bi destên Gulîzerê hatin hûnandin
- Reqsa peyvan a Herdem Merwanî
- Li ser 'Şeşaqil' a Cîhan Roj heft rexne, heft pesin
- Hestên bi siloganan hatine astengkirin!
- Li Fûara Pirtûkan Mala Sêyemîn
- Teklîfa zewacê û dilopa mîzê
- Girîngiya xebatên tez-pirtûkên bi kurdî
- Sosyalîst û şerîetparêz ne hevkaren kurdan in
- Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...
- Îdlîb, Heştî Şabî û êrîşa li ber derî
- Sofiyê ji bo Monîka ji dêrê û mizgeftê dibe
- Tenzere, kurmanciya Eledax û giyadîniyan
- 'Birazî ka klamek Şakiro veke'
- Kurtenameyek ji bo Mîr Celadet
- Ev e bêalîtî; Rewşenbîrên Şîfa dîtin Nûjiyan nedîtin!


