Diyarname
Di Lîga Neteweyan, Koma A de Belçîkayê Tirkiye kir mêvan û ew bi 3-0 şand mal. Piştî Fransa û Îtalyayê, Tirkiye li hemberî Belçîkayê jî têk çû.
Di Lîga Neteweyan de maçên 3'yemîn hatin lîstin. Di maçayekê de Tirkiye li mala xwe li hemberî Fransayê bi 1-0, dûre dîsa li mala xwe li hemberî Îtalyayê bi 4-1 têk çû. Û îro Tirkiye li Belçîkayê bû. Di vê maçê de Tirkiye bi 3-0 têk çû.
Di deqîqeya 10'an de Kevin De Bruyne gola tîma xwe tomar kir, nîveka yekem wisa bi dawî bû. Di nîveka duyem de deqîqeya 60'î de dîsa Bruyne li meydanê bû: 2-0. Û di deqîqeya 76'an de Romelu Lukaku encam diyar kir: 3-0.
Di maça din a komê de Fransa û Îtalya wekhev man: 1-1.
Di dawiya maçên sisêyan de Fransa bi 7 pûanan yekem, Belçika bi 6 pûanan duyem, Îtalya jî bi 4 pûanan sêyem e. Ê Tirkiyeyê pûanên wê tune ne.


