Diyarname
Maçên Dora 2'yan a Kûpaya Tirkiyeyê 6'ê mehê dest pê kirin. Ji tîmên bajarên kurdan maça Bedlîsê hebû. Bitlisspor 1916'yê tîma 1964 Silifkespor kir mêvan. Bedlîs bi 6-0 bi ser ket û derbasî Dora 3'yan bû.
Ji Bitlissporê Ohawuchi di deqîqeya 39'an de bi penaltiyê gol avêt û nîveka yekem wisa bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Faruk, Muhammet, Enes (2 gol) û Habib avêtin û tîm bi 6-0 bi ser ket.
Maçên din ên Kûpaya Tirkiyeyê ku hin tîmên bajarên kurdan jî têde de roja 7 û 8'ê mehê têne lîstin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de maç îro dest pê dikin
- Dora Diduyan: Pişke hat kişandin
- Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir


