Vîdeoyek:
Diyarname
Helbestvanê navdar Cegerxwîn beri niha bi 42 salan rojek wekî îro canê xwe ji dest da. Cegerxwîn kuliyatek li dû xwe hişt.
Helbestvanê navdar Cegerxwîn di sala 1903'yan de li gundê Hesara Kercewsê hatiye dinê. Navê wî yê nasnameyê Şêxmûs bû. Di sala 1914'an de de ligel malbata xwe derbasî Binxetê bû û li Amûdê bi cih bû.
Ji wê rojê de heta çû Ewropayê li Rojava jiyan û têkoşîna xwe domand. Wî ligel nifşê xwe Yê wê demê yên wekî Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Nûredîn Zaza û gelekên din dan û standin çêkir; bi hev re kar kirin.
Cegerxwîn sala 1979'an de çû Swêdê, li Stockholmê bi cih bû. Bi ser dehan de pirtûkên wî derketine.
Cegerxwîn roja 22'yê kewçêra 1984'an li Stockholmê canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî li Qamişloyê defin kirin.
Ew herî zêde bi helbesta "Kî Ne Em?" navdar bûye.
PIRTÛKEK LI SER WÎ
Yek ji pirtûka sereke ku li ser Cegerxwîn hatiye nivîsandin "Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn" e ku rojnameger Davut Ozalp amade kiriye. Di vê pirtûkê de gelek nivîskaran li ser Cegerxwîn gotina xwe gotine.
Ji bilî vê Ordîxanê Celîl, Yusuf Kaynak û hin kesên din jî li ser Cegerxwîn pirtûk amade kirine. Di serî de Avesta, Lîs, Belkî û gelek weşanxaneyên Bakur berhemên Cegerxwîn ji nû ve çap kirine û belav kirine.
Pirtûkên Cegerxwîn yên tên zanîn ev in:
HELBEST
- Prîsk û Pêtî (wekî "Agir û Pirûsk" jî tê naskirin) – Dîwana 1, 1945, Şam
- Sewra Azadî – Dîwana 2, 1954, Şam
- Kîme Ez? – Dîwana 3, 1973, Beyrût
- Ronak – Dîwana 4, 1980, Stockholm
- Zend-Avesta – Dîwana 5, 1981, Stockholm
- Şefeq – Dîwana 6, 1982, Stockholm
- Hêvî – Dîwana 7, 1983, Stockholm
- Aştî – Dîwana 8, 1985, Stockholm (piştî mirina wî hate weşandin)
- Salar û Mîdya – Dîwana 9 (çapa Avesta, 2003)
- Şerefnameya Menzûm – Dîwana 10 (çapa Avesta, 2003)
ÇÎROK
- Reşoyê Darê (1956, Şam)
- Cîm û Gulperî (1948, Şam)
ZIMAN, FERHENG
- Destûra Zimanê Kurdî (Awa û Destûra Zimanê Kurdî), 1961, Bexda
- Ferheng (perçê yekem û perçê duwem), 1962, Bexda
FOLKLOR
- Folklora Kurdî, 1987/1988, Stockholm
DÎROK
- Tarîxa Kurdistan (3 cild), 1985–1987, Stockholm


