Diyarname
Tam bi temamî du sal berê, di meheke wekî vê mehê de li Herêma Kurdistana Federe hilbijartina parlemenê li dar ket. Mehan dehan jî çû, du sal temam bûn, lê hê jî hikumetek ava nebûye. Wê kengê ava bibe? Ew jî nayê zanîn.
Roja 20'ê kewçêra 2024'an li Herêma Kurdistana Federe hilbijartina Perlemenê li dar ketibu. Di hilbijartinê de PDK'ê 39 kursî, YNK'ê 23 kursî, Nifşê Nû 15 kursî, Yekgirtûya Îslamî 7 kursî, Tevgera Helwesta Niştimanî 4 kursî, Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê 3 kursî, Eniya Gel 2 kursî û Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê û Tevgera Goranê jî her yekê kursiyek bi dest xistibûn.
Di sala pêşî, yanê piştî hilbijartinê heta salvegera hilbijartinê ya kewçêra 2025'an rayedarên YNK û PDK'ê 12 caran hevdîtin pêk anîn lê nekarîn hikumetek ava bikin.
Ji kewçêra 2025'an heta îro jî gelek caran hatin ba hev, daxuyanî dan, bi ser de gelek daxuyaniyên erênî jî dan lê hê jî hikumetek ava nebû.
Di Foruma MERI ya ku meha borî li Hewlerê li dar ket de ji di serî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNK'ê Bafil Talabanî daxuyaniyên xweşbîn dan çapemeniyê, lê forûmê niha nêzî 20 rojan derbas bûye dîsa hikumet tune ye.


