Diyarname
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli dixwaze 19 bajarên nû saz bibin ku hejmara bajarên Tirkiyeyê bibe 100. Di nav navçeyên ku Bahçelî navên wan eşkere kirine de 6 navçeyên kurdan jî hene.
Bahçele bi ser navê "Vîzyona 100 bajar, 1000 navçe" projeyek nû pêşkêş kir.
Niha hejmara bajarên Tirkiyeyê 81 e û bi vê projeyê dixwaze hejmarê derxe sedî. Bahçelî ji her herêmê navên hin navçeyên ku dixwaze bibe bajar pêşniyar kirine. Ji yên bajarên kurdan jî ev e:
- Erxenî, Sêwreg, Midyad, Bazîd, Xelat, Ercîş.
Li aliyê din Bahçelî gotiye ku divê di navbera peywira Meclisên Bajarên Mezin û navçeyan de zelalî hene û paşê ev yek gotiye, "Tevliheviya peywir, desthilat û berpirsiyariyên ku di pratîkê de di navbera şaredariyên mezin û şaredariyên navçeyan de derdikevin, di pêşkêşkirina xizmetan de astengî û qutbûnan çêdike. Qanûnên bingehîn ên têkildarî rêveberiyên herêmî — bi taybetî Zagona Şaredariyên Mezin, Zagona Şaredariyan, Zagona Gund, Zagona Rêveberiya Bajêr û Zagona Rêveberiya Taybet a Bajêr— divê bi nêrîneke tevdeyî ya nûavakirin/restorasyonê re ji nû ve were rêk û pêkkirin û asta beşdariya gel bê zêdekirin."


