Diyarname
Kovara dîrokê "Kurt Tarihi" bi hejmara xwe ya 61'emîn gihişt ber destê xwendevanan. Kovar di vê hejmarê de berê xwe dide yek ji girîngtirîn rûpelên dîroka nêzîk û bi dosyeyeke berfireh balê dikişîne ser "Di Sedsaliya Xwe de Berxwedana Agiriyê".
Kovara Kurt Tarihi ku di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşikci de weşana xwe didomîne, hejmara xwe ya Avrêl-Gulan-Pûşpera 2026'an derxist.
Di vê hejmarê de, digel sê nivîsên serbest dosyayek berfireh li ser Serhildana Agiriyê hatiye amade kirin.
Di dosyeyê de lêkolîner û nivîskarên wekî Mehmet Gultekin, Asuman Aslan, Konê Reş, Ercan Aras, M. Malmîsanij, M. Sadik Varli û Nihat Gultekin bi lêkolîn, bîranîn û şahidiya malbatan rola lehengên serhildanê, Komkujiya Zîlanê û bîra civakî ya serhildanê tînin pêşberî xwendevanan. Bi taybetî hevpeyvîna bi keça Eyûb Axa ya 104 salî Zeyneba biraziya Biroyê Heskê Têlî Begê re û bîranînên neviya Emerê Besê ku wek belgeyên zindî yên vê serdemê ne, pêşkêş dikin.
Ji bilî dosyeya sereke, di vê hejmarê de Rohat Alakom şopên ronakbîrên kurd ên li Swîsreyê, Derya Bayir di beşa duyem a nivîsa xwe de helwesta li Lozanê ya li hemberî mafên kurdan, Sabri Cigerli jî têkoşîna zimanî ya zimannasê navdar Mehmet Emîn Bozarslan dinirxîne.
Hêjayî gotinê ye ku beşeke mezin a gotarên vê hejmarê bi kurmancî ne.


