Diyarname
PEN'a Kurd xebateke wekî konferans û dûre jû ger, hevdîtin û hwd ku du rojan dê bidome li dar dixe. PEN'a Kurd vê xebatê bi hevkariya Şaredariyên Amedê li dar dixe. Roja yekê konferans bi ser navê "Wêje û Aştî" wê li dar be. Konferans roja 6'ê mehê li Salona Alî Emîrî ya li Amedê li dar dikeve û beşdar dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
Roja diduyan jî dê gera li cihên dîrokî, hevdîtînên sivîl û gotûbêjên ligel wan dê li dar bikeve.
Di konferansê de mijarên wekî "Di Pêvajoyên Lihevrûniştin, Lihevkirin, Aştî Û Wekheviyê De Rola Wêje, Ziman û Rewşenbîriyê" wê bêne nîqaşkirin.
06.11.2026
09:00 – 10:00
Gihîştin, Navnivîsîn, Çay û Qawe, bi awayekî fermî destpêkirina konferansê û pêşkêşkirin
10:00 – 10:45
Rêzgirtin
- Omer Fîdan (Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya Navenda PEN'a Kurd) – Axaftina destpêkê û Bixêrhatin
- Hevseroka/ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê; Axaftina li ser navê mêvankirinê
- Dr Zerdeşt Haco (Serokê Rûmetê yê Navenda PEN'a Kurd): Wateya rojê û rola PEN'a Kurd
- Murwet Demîr (Dayika Aştiyê)
- Kursiyê Vala (Mizgîn Ronak û Îlhan Samî Çomak dê navên nivîskar û rojnamegerên girtî û mişextî bi bîr bînin)
Danişîna 1’emîn
10:45 – 12:15
Ziman, Wêje û Mafên Gerdûnî di Pêvajoyên Aştiyê de
- Moderator: Dîba Keskîn (Nivîskar)
- Burhan Sonmez (Serokê Giştî ya PEN'a Navneteweyî-London); Wekî nêrîneke civakî û wijdanî: Rista rêxistinên wêjeyî û rewşenbîran di avakirina aştiya mayînde û dadmendiyê de û çavdêriya di wê pêvajoyê de
- Dr Bêrîvan Doskî (Seroka Rûmetê ya Navenda PEN'a Kurd-Silêmanî): Parastina zimanê dayikê, azadiya derbirînê û rêyên dîplomasiya rewşenbîriyê
- Weysî Aktaş (Siyasetmedar-Amed); Bandora rewşenbîrî û polîtîkayê ya li ser hev
- German Rojas (Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya PEN'a Navneteweyî –Santiago/Çîlî); Têkiliya Di Navbera Aştî û Wêjeyê de
12:15 – 12:30 Navber a Çay & Qehweyê
Danişîna 2’yemîn
"Rola Qada Navneteweyî, Siberoja Wekheviyê û Mafên Mirovan"
12:30-14:00
- Moderator: Zana Farqînî (Zimanzan)
- Carles Torner (Cîgirê Serokê PEN'a Navneteweyî - Katalanya): Di pêvajoyên lihevhatinê de, di berbiçavkirina ziman û çanda kurdan de rista torên rewşenbîriyê yên navneteweyî
- Tanja Tuma (Cîgira Serokê PEN'a Navneteweyî -Slovenya): Ji pevçûnê ber bi diyalogê ve: Rista nivîskarên jin di pêşxistina çanda aştiyê de
- Mueyed Teyîb (Helbestvan-Hewlêr); Afirandin Bi Buhayên Mirovpeweriyê re
- Şadiye Manap (Nivîskar - Amed); Wekî Kaneke Wêjeyî, Zindan!
14:00 – 15:00
Navbera Nîvro (Firavîn)
Danişîna 3’yemîn
"Rabûna Bandora Şer û Ragêşiyê ya Li Ser Ziman û Azadiya Xwederbirînê"
15:00-16:30
- Moderator: Mîna Acer (Nivîskar, helbestvan)
- Urtzî Urrutîkoetxea (Serokê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PEN'a Navneteweyî yê Berê - Bask): Bandora Şer û Rageşiyê li ser Zimanên Dayikê û Ezmûnên Cîhanî yên Veguherîna Bi Aştiyê re
- Dr Dilawer Zeraq (Akademîsyen-Nivîskar - Amed): Di Wêjeya Kurdî de Rengê Şoreşê, Di Şoreşa Kurdan de Rengê Wêjeyê
- Fîlîz Yildirim (Akademîsyen li Cambridgeê): Wekî Lihevkirineke Epîstemîk Aştî: Di Çarçoveya Piştî Şer de Ziman, Şahidî û Dadweriya Epîstemîk
16:30 – 17:00 Navbera Çay & Qehweyê
17:00 – 18:30
Rûmetdayîn û Pêşkêşkirina Xelatê (Rûmetdayîna ku bi hevkariya PEN'a Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye amadekirin)
- Gotara Spasdariyê: Axaftina Hevseroka Navenda PEN'a Kurd, Rojbîn Perîşan
- Gotara Spasdariyê: Axaftina Hevserokatiya Şaredariyê
- Pêşkêşkirina "Xelata Rûmetê ya Amedê": Pêşkêşkirina Xelata Taybet bo Birêz Burhan Sonmez
- Axaftina Burhan Sonmez: Şanaziya bi Nasnameya Kurdî û Hêviyên Ji Bo Dahatûyeke Azad û Wekhev
07.11.2026
Ger, Hevdîtinên Sivîl û Gotûbêj
09:30 – 12.30
- Gera Dîrokî û Çandî ya Amedê Beden û Bircên Dîrokî, Mizgefta Mezin, Dêra Mor Petyun / Giragos, Çemê Dîcleyê û Pira Merwaniyan (bi mêvanên biyanî û endamên PENê re) 12:30 – 14:00,
Firavîna bi xwarinên xwemalî yên Amedê
14:30 – 17:00, Serdana Saziyên Çandî, Wêjeyî û Sivîl:
Komeleya Wêjekarên Kurd,
Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD),
Enstîtuya Kurdî ya Amedê,
MED-DER,
Komeleya Rojnamegerên Dîcle-Firatê (DFG) / MKGD
(Di van hevdîtinan de tekezî li ser rewşa zimanê kurdî, xebatên wêjeyî û azadiya çapemeniyê tê kirin)
17:30 – 18:45
- Bernameya wekî wêjevanekî kurd, Burhan Sonmez li Çand Amedê
Moderator: Zeynep Yaş & Dr Ramazan Tunç
- Kursiyê Azad
Bi beşdarî û piştevaniya Navenda PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û Yekîtiya Weşangerên Kurd guftûgoyeke wêjeyî ya der barê berhem û kesayeta wêjeyî ya Burhan Sonmez de
18.45 - 19.00
Daxuyaniya Dawî ya Çapemeniyê (Deklarasyona Amedê)
19:30 Şîva Xatirxwestinê


