Diyarname
Abdullah Zeydan (Kurê mebûsê AKP'ê yê berê Mustafa Zeydan) jî di nav de 750 AKP'î bi merasimekê beşdarî BDP'ê bûn. Zeydan wisa got: "Ev îmzeya jiyana min a herî bi şeref e." Zeydan bang li kurdên din ên di nav AKP'ê de cih digirin kir û xwest ji AKP'ê îstîfa bikin.
Ew bi meşê ji navenda sûkê hatin navçeya BDP'ê. Endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Siddik Akiş, Hasan Guzel, Abidin Eniş, Serokê BDP'a Culemêrgê Rahmi Kurt û serok û endamên rêxistinên BDP'ê yên Culemêrg, Gever, Şemzînan, Bajêrgeh û Çelê pêşwazî li komê kirin.
Di axaftinan de bang li kurdan hat kirin ku bibin yek. Piştî axaftinan rozeta BDP li berstûka Zeydan û kesên pêre hat kirin. Abdullah Zeydan li vir got ku tu qartî di çareserkirina pirsgirêka kurd de ne ji dil e û bang li kurdan li nav van partiyan kir.
(Abdullah Zeydan yê îmzeyê diavêje. Wêne ji Yuksekovahaberê hatiye girtin.)


