Stockholm
Xelata 'Pênûsa Azadî" ya ku ji sala 1996'an ve tê dayîn îsal dan rojnamegera kurd Dilşa Demirbag Sten.
Ji sala 1996'an ve ji bo bîranîna dîrokzanê swedî Torgny Segerstedst weqfa ku li ser navê wî hatiye vekirin xelatê dide. Weqifê ji bo Xelata Azadî îsal rojnameger û nivîskara kurd Dilşa Demirbag Sten hêjayî xelatê dît.
Weqfa Torgny Segerstedt got ku Dilşa Demirbag Sten bi nivîsên xwe ji azadiya ramanê tawîz nedaye, li hemberî nijadperestî, dogmatîzmê, şîdeta li hemberî jinan a di bin navê 'namûs û tore' de têkoşîn daye û ji bo vê yekê hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Sten di sala 1969'an de hatiye dinê, ji 6 saliya xwe ve li Swêdê dijî. Ew hê jî di Dagens Nyheter û Goteborgs-Postenê de nivîskarî dike.
Stenê çend roj berî bi merasimekê ya li Zanîngeha Goteborgê xelata xwe girt.
"Xelata Pênûsa Azadiyê" di sala 2001'ê de dabûn nivîskar Mehmed Uzun jî.


