Stenbol
Pervin Buldan qala çûyîna awan a Girava Îmralî kir. Buldan ji Ocalan diyarî xwest.
Heyeta BDP'ê ya ji Wekîla Hevserokên Koma BDP'ê Pervin Buldan, mebûsên BDP'ê Altan Tan û Sirri Sureyya Ondar pêk dihat çûn Girava Îmralî (23.02.2013) bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Mebûsa BDP'ê Buldan ji DÎHA'yê ji bo Alper Atalay axivî. Buldan qala çûn û hatin û hin notên li Giravê kir. Vane hin not:
- Gere saet 08.30 de em ji Atakoy Marîna bi rê biketana. Midûrê Girtîgehê bi telefonê geriya û got ku ji ber mijê dê saet 09.30 de birêketin çêbibe. Tam saet 09.25'an de ferîbot bi rê ket.
Girava Îmralî xuya bû
- Rêwîtî heta Girava Îmralî saet û 40 deqe kişand. Saet 11'an de em gihîştin giravê. Min her tişt daqe bi deqe dinivîsand. Min not: Girava Îmralî xuya bû nivîsî.
Mêvanxane
- Dema em ji ferîbotê peya bûn rayedarekî leşker em pêşwaz3i kirin, got ew serleşker e. Heta hundir bi me re hat. Pêşî em neçûn girtîgehê, mêvanxaneyeke biçûk hebûn emê li wir li benda hatina peywerdarên MÎT'ê bimana û tevî wan emê biçûna girtîgehê. Heta saet 12.30 em rûniştin. Li wir bi midûrê yekemîn û duyemîn, bi serleşker re me sohbet kir.
Fesûle û girar
- Saet bû 13. Rayedaran xwest em nan jî bixwin. Ji bo em nan bixwin em çûn giravê. Di vê navberê de hê rayedarên MÎT'ê nehatibûn. Gotin xebatkarên vê derê hemû, Ocalan jî heman xwarinê dixwe. Di xwarinê de fesûle û girar hebû. Pêre jî selete û mast îkram kirin. Me û birêz Ocalan heman xwarin xwar.
Hevdîtina pêşî a bi Ocalan re
- Saet 14.00'an de midûrê girtîgehê got ku heyeta MÎT'ê hatiye û dest bi hevdîtina bi Ocalan re kiriye. Li nava girtîgehê em derbasî beşeke din bûn. Ev beş korîdoreke dirêj bû û di dawiya wê de odeyeke vala hatibû amadekirin. Dema em li korîdor bûn dengê Ocalan hat bihîstin. Ez bawerim bi heyeta MÎT'ê re li piyan diaxivî. Pêşî ez ketim hundir. Dema ez ketik hûndir got: "Hûn bi xêr hatin". Dû min Altan Tan, paşê Sirri Sureyya Onder ket hundir. Paşê me dest da hev. Got: "Ez çavlirê mam, hûn gelek dereng man." Me got: "Saet ji 11.10'an vir ve em li giravê ne, rayedaran got ji ber mijê rayedar dê gereng bên, em li benda wan man. Got "Wa" û em derbasî dor maseyeke girover bûn. Jixwe amadehiya xwe kiribû. Di dest de bloknotek, dosya û pênûse hebû. Got, 'Hema rûnin'. Altan beg li aliyê rastê wî, ez li aliyê çepê, Sirri beg li hemberî wî rûnişt. Peywirdarê MÎT'ê jî li ber maseya ku li aliyê paş amade kiribûn rûnişt. Yanê li dor maseya gilover rûnenişt. Jixwe kesek tenê bû. Paşê me dest bi hevdîtinê kir.
Hevîditin çawa derbas bû
- Hevdîtin bi tiştên wî gotin dest pê kir. Gotin pêşî li ser rêbazê em tiştek bikin. Pirsî 'Hûnê dest pê bikin, yan ez'. Me jî got tu çawa bixwazî. wî jî got 'Wê çaxê ez dest pê bikim.' Nêzî 2 saetan hevdîtin dom kir. Piştî 2 saetan em rabûn.
Tenduristiya Ocalan
- Yekemîn car min ji nêz ve birêz Ocalan dît. Min berê bi qasî ji çapemeniyê dîtibû dema diaxive çavên xwe digire. Dema bi me re diaxivî jî her wisa bû. Lê got ji bilî nexweşiya çavan tu nexweşiya wî nîn e. Ji bilî girtina çavan min dît ku di çavê wî yê çepê de herikînek avîn heye. Dema diaxivî hêstirek jê hat xwarê. Got: "Dixtoran pir lê mêze kiriye lê çareyek nedîtiye." Ji bilî wê got ku gelek baş e. Min jî wisa dît.
Ocalan çi li xwe kiribû?
- Pantoleke gewr a qedîfe, li ser qazaxek pêşî bi zincîr yê gewr bû. Pêlaveke spî ya spor kiribû lingên xwe. Ji ber ku bi taybetî min nêrî.
2 saet çawa derbas bûn?
Di wan 2 saetên hevdîtinê de carinan henek kir keniya, carinan helwesteke cidî nîşan dida. Birêz Ocalan bi rastî jî dema qal dikir gelek bi heyecanê diket, dema li ser hin xalan disekinî hêrs dibû.
- Dema hem qala paşerojê, hem jî qala tiştên ku dê bibin dikir bi hêvî dixuya û bi rastî ne wekî
kesek 14 salan di tecrîdê de bû; hakimê her tiştî bû, gelek analîzên rast dikir. Digel ku 14 sal in di hucreyê de ye tiştên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Dinyayê tên jiyîn vegot, gelek bandor li min kirin.
- Bi qasî min dît hucreya yek kesî tu bandor li birêz Ocalan nekiriye. Ji ber ku di axaftin, baweriya bi xwe û di hêviyên wî de min ev didît.
Buldan çi jê xwest?
- Piştî 2 saetan em û rayedarê MÎT'ê em rabûn, min got: "Ez dixwazim tiştek aîdê te ji te bigirim." Li dor xwe, li maseyê nêrî, got: "Ez dikarim pênûsê bidim te." Paşê lê zêde kir, "Ez dikarim pênûsê bidim te lê ezê paşê bi rayedar re pê tiştinan binivîsim. Em çawa bikin?". Rayedarê MÎT'ê axivî; "Hûn pênûsa xwe bidin, ezê pênûsê bidim we." Got: "Digel pênûsê ez tiştek ji bo te îmze bikim." Di destê min de kaxizê li ser notan digirim hebûn, min yek ji wan dayê. Li ser kaxizê vala "Digel rêz û silavên min. Abdullah Ocalan" nivîsî û îmze kir. Helbet, paşê hevalên din jî gotin em jî dixwazin. Wan jî kaxiz da, ji bo wan jî notên kurt nivîsî û da wan.
Diyariyên ji bo wî
- Dema ez çûbûm, min jêre tizbî, du cure pênûs biribû. Rayedarên girtîgehe gotin ewê bi xwe van bidin wî û ji min girtin. Pirtûkên Sirri Sureyya Ondar birin jî li rayedariya girtîgehê man. Dema em derketin got: "Bi hêviya hevdîtineke din, oxir be."
DÎHA
REKLAM
Hejmara duyem a kovara DÎWAR derket
Ji bo xwestin, abonetî û pirsên we yên din, têkilî:
Ji bo xwendina nûçeya li ser DÎWAR bergê bitikînin.