logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Nûçe TV

Beriya çend rojan li başûrê Kurdistanê ji bo ku weşanên Nûçe TV û Stêrk TV li ser satelîta Nîl-Sat'ê werin temaşekirin k

  • Dîrok: 09/03/2013
  • Beş: Serbest

Amed Dîcle

Beriya çend rojan li başûrê Kurdistanê ji bo ku weşanên Nûçe TV û Stêrk TV li ser satelîta Nîl-Sat'ê werin temaşekirin kampanyaya îmzeyan pêk hat. Di encama vê kampanyayê de bi deh hezaran îmze hatin komkirin.
 
Wekî xebatkarên çapemeniya azad, televizyona Nûçe TV em ji hemû kesên ku ev kampanya dan meşandin û îmze kirin re slav û spasiyê xwe pêşkêşî wan dikin.Ev ji bo me alîkariyek û xwedî derketinek gelek girîng û bi wate ye. Divê were zanîn ku em jî dixwazin li ser satelîta nîlsat weşanê bikin ango li ser satelîtên din jî û dengê xwe bigihînin hemû parçeyên Kurdistanê û bibin mêvanê mala hemû  kurdan.
 
Hin temaşevan ji ber vê sedemê me rexne jî dikin. Lê bila were zanîn ku ligel hemû hewldanên me ev satelît ji ber  daxwazên dewleta tirk cih nadin me. Ev kampanya di yekemîn salvegera destpêka weşana televizyona me Nûçe TV de hat aşkerakirin. Wekî ku tê zanîn Nûçe TV 5’ê adara 2012'an de dest bi weşana xwe kir. Nûçe TV ku di sala 2005'an de lîsansa weşana xwe girtibû di sala 2012'an de dest bi weşanê kir.
 
Hêjayî gotinê ye, Nûçe TV yekemîn televizyona nûçeyan a bi kurdî ye. Piştî rawestandina weşanên ROJ TV ji ber pêdiviyan û daxwazên temaşevanan Nûçe TV dest bi weşanê kir.  Televizyona me bi weşana xwe ya 24 saetan hewl dide ku bûyerên ji cîhanê û Kurdistanê ji temaşevanan re ragihîne. Bi zaravayên kurmancî, soranî, dimilkî û dîsa bi zimanê tirkî û îngilîzî weşanê dike.
 
Di Nûçe TV de, hemû beşên civakê dikarin xwe bibînin. Hemû bûyerên aktûel, her wiha pêşketinên li çar parçeyên Kurdistanê hun dikarin serê saetê di Nûçe TV de bibînin. Dîsa bernameya nûçe jin, çalakî, pirsgirêk û têkoşîna jinan di ekranên Nûçe TV de her tim cihê xwe digire. Ligel nûçeyên serê saetê mijarên di rojevê de, di bernameyên zindî de têne  şîrovekirin.
 
Di nava salekê de Nûçe TV li Kurdistan û cîhanê bû referansek girîng. Lê belê wekî ROJ TV li ser Nûçe TV jî zext û zordestî hene û berdewam dikin.
 
Dewleta tirk ji bo ku weşanên me bide rawestandin di nava vê salê de hemû rê û rêbaz ceribandin.  Li ser hewldanên dewleta tirk satelîta Nîlsat weşana me birî û bi vî awayî niha li Başûr, Rojava û Rojhilat gelek kes nikarin li weşana me  temaşe bikin.
 
Dîsa li Danîmarka sekreteryaya medyayê li ser daxwazên dewleta tirk weşanên me 2 mehan dan rawestandin. Lê belê ligel hemû astengiyan jî Nûçe TV bi biryar e ku di nava vê salê de weşanên xwe dewlementir bike.
 
Lê divê temaşevanên me jî bi kampanyayên wekî ya li Başûr ji me re bibin alîkar.
 
Ne tenê kampanya her temaşevanekî me dikare ji me re nûçeyan bişîne, rexne, pêşniyar, materyal, dîmen, hema her tiştê ku em karibin bi kar bînin bişînê. Şert û mercên ku ev yek bê kirin hene.
 
Nûçe TV ya we ye em dikarin bi hev re rengîntir û dewlementir bikin. Li Nûçe TV ya xwe xwedî derkevin.

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

**

Têbiniya Diyarnameyê: Nûçe TV yekemîn û tekane kanala nûçeyan a kurdan e. Me xwest li ser salvegera televîzyonê tiştinan binivîsin lê nebû. Ji ber tiştên ku me dixwest binivîsin Amed Dîcle di quncikê xwe de nivîsiye, me girîng dît ku vê nivîsê ji Azadiya Welat bigirin û biweşînin. Bi vê nivîsê em ji vir salvegera Nûçe TV pîroz dikin û hêviya temeneke dûdirêj dikin.

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Nîvê zimanan li ser rêya mirinê ne'

ad

Çapemeniya dinyayê çi dibêje?

ad

'Her ku em peyvikekê winda dikin em tanqekî teslîmî dijmin dikin'

ad

Fîlmên dikevin dû 'Hirça Zêrîn' diyar bûn

ad

'Bîrnebûn'a 75'an derket

ad

'NavName' derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname