Stenbol
Nivîskar Hasan Cemal bi Serokê Rêveberiya KCK'ê Murat Karayilan re hevpeyvîneke kir. Vaye ew hevpeyvîn:
Nivîkar Hasan Cemal ku ji rojnameya Mîlliyetê veqetiya, bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan re hevdîtin kir. Karayilan da zanîn ku, ji bo vekişînê çarçoveya qanûnî şerte û da zanîn ku, ji bo di eniya xwe de pêvajoya îqnakirinê de ‘tevlibûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xeta Îmrali-Qendîlê vekirî bê xebitandin gelek girînge.’
Di hevpeyvîna ku ji rojnameya înterenet a serbixwe ya T24 de Karayilan, daxwaz kir ku di mijara vekişînê de Meclis biryarê bigire. Karayilan diyar kir ku, ew niha ji bo vekişînê daxwaza çarçoveyeke qanûnî dikin.
Karayilan got ku, divê di eniya wan de jî pêvajoya îqnakirinê pêk were û got ji bo vê jî divê xeta Îmrali-Qendîlê vekirîbe û lezgîn bixebite.
Karayilan diyar kir ku, wisa ne hêsan e ku têkoşîna çekdarî bi giştî dawî bibe û got: “Di mijarên girtiyên KCK, bendava hilbijartinê, kuştinên kiryar nediyar, komkujiya Roboskê de hewcedarî bi pajiya rê heye.”
Vaye hin beş ji hevpeyvîna Hasan Cemal:
AGIRBEST Û VEKIŞÎN
- Agirbest divê du alî be. Lê ez hêvîdarim dê du alî be. Vê rastiyê her kes dizane. Ji bo ev pêvajo pratîk bibe tiştên ku divê hikumet û meclis bike hene. Di rewşa ku dewleta tirk erênî nêzîk bibe de, em jî ji bo çareseriya pirsgirêkê dikarin çekan ji ji holê rakin.
- Dema em vê mijarê digirin, em ji tecrubeyên berê dersan derdixin. Me 8 caran agirbest îlan kir. Di 1999’an de vekişîn dest pê kirin. Ev tecrubeyên bi êş bûn. Ji ber vê yekê divê mijara vekişînê êdî ne wisa be. Destpêkê divê zemîna qanûnî bê avakirin. Ji Derya Reş, Erzerom, Dêrsimê çek dê derketin. Ev ne hêsan e. Biryara hikumetê pêwîst e. Ji bo hêzên me windahiyan nedin, biryareke wisa ji bo ewlehiyê lazim e.
PÊWÎSTÎ BI BIRYARA MECLISÊ HEYE
- Du xal hene. Pirsgirêka 100 salan a Tirkiyeyê çareser dibe. Ev jî bi rêbazên derveyê qanûnî ne mimkûn e. Niha ev proje li ser Rêber Apo tê meşandin. Kî hevdîtinan dike? Musteşarê MÎT'ê... Lê berê ji ber hevdîtinan der barê musteşarê MÎT’ê Emre Taner û Hakan Fîdan de daraz ket nava tevgerê. Ji ber vê zemîna qanûnî girîng e. Hewcedarî bi biryara Meclisê heye. Di 1921’ê de di Serhildana Koçgirî de Meclisê biryar girt, komîsyonek hat avakirin, serhildan wisa dawî bû. Îro şert û merc cuda ne. Serhildana 30 salan heye. Pêdivî bi biryarên qanûnî yên parlamentoyê heye. Ger jidilbûn û cidîbûn hebe divê ev gav bê avêtin. Erdogan di 22’ê adarê de got; hewcedarî bi meclisê nîn e, em wekî hikûmet dê bikin’ ev çarçove teng e. Lê divê TBMM biryarê bigire. Ji bo pirsgirêkên bi rêbazên diyalog a aştiya ne çareser bibe divê komîsyonek pêvajoyê bişopîne.
XALA YEKEMÎN ÇARÇOVEYA QANÛNÎ YE
- Tiştên me berê digot, me li aliyekê hişt. Qet nebe bila Meclis biryarê bide… pêşdaraziyên der barê pêvajoyê de hê hene. Bi mere jî pêşdarazî hene, lê me di nava xwe de nîqaş kir. Ji bo çareseriyê divê mirov ji pêşdaraza xwe rizgar bikin. Ji kerema xwe bila hikumet gavê bavêje. Niha ji bo vekişîna derveyê sînor daxwaza me ya çarçoveya qanûnî heye.
JI BO VEKIŞÎN BAŞ BIMEŞE DIVÊ OCALAN TEVLÎ BIBE
- Mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ji bo ev pêvajo baş bimeşe divê Serok Apo tevlî pêvajoyê bibe. Di vê mijarê de gotina xwe got, lê çarçoveyek berfireh dibêje. Niha ji bo vekişînê qanîkirina hemû hêzan bi tena serê xwe pirsgirêk e. Ji vî alî de divê xeta Îmralî-Qendîlê vekirîbe. Divê navberê de hewcedarî bi heyeteke rûsipî* ya ji 30 kesî pêk tê divê pêvajoyê bişopîne.
- Em çiqas bi lezgînî tevbigerin jî li gorî me vekişîn heta payîzê dê bidome. Di mijara vekişînê de qanîkirin pêwîst e. Amadekariya rêxistinbûnê hewceye. Piştre gav bi gav dê qanîkirin dest pê bike.
BIDAWÎKIRINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ WISA NE HÊSAN E
- Niha tiştê ku dikeve ser milê hikumetê amadekirina zemîna qanûnî ye. Hikumet ev mijara vekişînê hêsan dibîne. Ev wisa ne hêsan e. Kesan jiyana xwe daye ber çavan û derketine çiyê. Niha jî ji bo vekişîna wan qanîkirin girîng e. Ji bo bi giştî bi dawîkirina çekdarî wisa ne hêsan e.
BANGEK JI BO ERDOGAN Û GUL
- Di vê dema nû de pirsgirêk dê êdî bi rêbazên demokrastîk û siyasî bê çareserkirin. Lê ji bo em bên vê demê hinek esasên divê bên kirin hene. Ev rewş nêzîkatiya aliyan ya heyî ye, nêzîkatiyeke cidî û samîmî ferz dike. Divê her kes bizane; pisgirêkek 100 salî tê çareserkirin, di têkiliyên kurd û tirkan de pêvajoyek nû dest pê dike. Ev ji bo hemû kurdan û gelê Rojhilata Navîn girîng e. Kesên vê pirsgirêkê çareser bike dê navê xwe li dîrokê binivîsînin. Ev çiqas ji bo Rêber Apo mîsyonek dîrokî be, ji bo birêz Erdogan jî wisa ye. Em bi taybetî dixwazin ku Serokwezîr û Serokomar ji dil li vê binêrin û berpirsyariya xwe bînin cih.
PÊDIVÎ BI ZAGONEKE BINGEHÎN A NÛ HEYE
- Teqez pêdivî bi Zagoneke Bingehîn a nû heye. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd pêdivî bi Zagoneke Bingehin a nû heye.
- Pirsgirêka kurd û pirsgirêka demokrastiyê wekî goşt û neynûkê ye. Çareseriya pirsgirêka kurd, çareseriya pirsgirêka demokratîk e. Em perspektîfeke ku hemû nasnameyan nas dike, erênî dibînin. Di Zagona Bingehîn a nû de ji bo me sê tişt girîng in. Têgeha nû ya welatîbûnê, têgeha nasnameyê, nasandina netewa Tirkiyeyê.
JI BO NORMALBÛNÊ PAQIJIYA RÊ GIRÎNG E
- Destberdana çekan dibe ku demê bigire, dibe ku di demeke kurte jî pêk bê. Di vê mijarê de paqijiya rê lazim e. Mînak girtina li ser navê KCK’ê wekî xençerekê ku li pêvajoyê dane. Destpêkê divê ev xençer bê kişandin. Niha Erdogan dibêje werin çekan deynin, siyasetê bikin. Belê ev xweş e lê, îro kesên di girtîgehan de cezayan digirin. Lê tê zanîn ku tu eleqeya wan bi şîdetê tune. Bi vê qanûnê divê ev bê çareser kirin. Her wiha divê di benda hilbijartinê ya ji sedî 10, di qanûna têkoşîna bi terorê re, qanûna partiyên siyasî de divê pajiyeke bê kirin.”
çavkanî:
t24.com.tr


