Diyarname
Helbestva û wênesaz M. Zahir Kayan beşdarî çalakiyeke helbestan dibe û ew dê ji bo mêvanan helbestên xwe bixwîne.
M. Zahir Kayan heta niha bi helbest û wêneyên xwe hatiye nasîn. Gelek wêneyên wî dîwarên cihên cur bi cur xemilandine. Her wiha ew ji zû de ye bi nivîsê re jî eleqedar e û wî heta niha gelek helbest xwendin. Kayan niha bi helbestên xwe dê li Mêrsînê bibe mêvanê çalakiya bi navê "Arzebaya Peyvê, Kavilên Bengîniyê Vedibêje" dibe. Çalakî roja 25'ê vê mehê saet 15.00'an de dê li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdenîza Mêrsînê li dar bikeve. Di çalakiyê de wê kayan helbestên xwe bixwîne.


