Li ser berxwedana Parastina Parka Taksîmê siyasetmedar, karsaz û hunermend axivîn. Vane hin gotinên wan:
- Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş:
Ev reaksiyona gel ne tenê li hemberî birîna daran, li hemberî polîtîkaya zordar a hikumetê ye ku bi salan didome. Li herêmê bi salan daristan hatin birîn, hatin şewitandin hikumetê qet deng nekir. Niha ev reaksiyona ku tê nîşandayîn gelek girîng e. Em her kesê piştgirî daye berxwedanê pîroz dikin, em li cem wan in. Ji bo kesên rastî êrîşa polîsan hatina ez hezar carî hikumetê şermezar dikim. Em wekî partî piştgirî didin vê berxwedanê. Hin partiyên nijadperest dixwazin vê berxwadanê li hemberî çareserkirina pirsgirêka kurd bikar bînin, li hemberî van emê hişyar bin. Çend meh berê dema polîsan bi cop û gazên çavsotîner êrîşê me dikir van partiyan deng dernedixist, ji bo polîtîkayên nijadperest ên AKP'ê li çepikan didan. Lê her çi be, em reaksiyonên meşrû şaş nabînin.
Hikumet bawerî bi cop û gazên xwe tîne. Lê dîroka nêz jî nîşan dide ku gel bi van têk naçe. Hikumet divê biaqil tevbigere, Serokwezîr ji gel lêborînê bixwaze û der barê kesên ku bi êrîşên dijwar êrîşê gel kirine lêpirsînê bide dest pê kirin.
- Serokomar Abdullah Gul:
Ji bo bûyer bêne rawestandin bar dikeve ser milê me hûmayan. Gere em destûrê nedin bûyerên wisa xemgîn derkevin holê. Min vê sibê fikrên xwe ragihandin hikumetê.
- Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu:
Êdî waliyê Stenbolê tune ye. Dadgehê biryara rawestandinê daye. Bila Serokwezîr polîsên xwe bi paş ve bikişîne, li gor biryara dadgehê tevbigere.
- Umît Boyner (Karsa, Seroka TUSÎAD'ê ya berê):
(Ji Twitterê ragihand) Em daxwazên gel digirin ber çavan. Li Taksîmê AVM bê çêkirin jî em wekî şîrket emê têde cih negirin. Em piştgirî nadin çêkirina AVM'ê.
***
Nûçeya eleqedar:
- Qad di destê gel de ye: Li Taksîmê gel bi ser ket
- Onder ji nexweşxaneyê derket


