Diyarname
Kesê bi navê Jiroemon Kimura ku 116 salî bû û bi vê wekî zilamê herî extiyar ê dinyayê ketibû Pirtûka Rekoran Guinnesê duh mir.
Jiroemon Kimura ku di 19'ê avrêla 1897'an de hatibû dinê li bajarê Japonya Kyotango dijiya.
Pirtûka Guinnesê par di 115 salî de ew wekî zilamê herî extiyar qebûl kiribû û xistibû lîsteyê. Kimura duh mir.
Bi mirina Kimura re payeya extiyariya herî dirêj ket destê jinan. Niha "payeya herî extiyar" ket destê Misao Okawa ku ew jî japon e. Okawa, di heman demê de jina herî extiyar a dinyayê ye.


