AZÎZ KOYLUOGLU - AMÛDÊ
Bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê di van rojên dawî de bi provakasyoneke cidî re rû bi rû ye.
Çend rojên berê Asayîşa rojavayê Kurdistanê ji ber ticareta tilyakê û tiştên din kirine 7 kesan digire bin çavan. Ji van kesan sê jê endamên El Partî bûn ku wekî Yekîtî tê zanîn. Wan, berê elektrîk kiribû sedem û êrîşê Heyva Sor a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û êrîşê hêzên asayîşê kiribûn. Wêneyên van kesan ên çekdar di rûpelên cur bi cur ên facebookê de dikarin bên dîtin. Ji bo ev kes bêne berdan li Amûdê meşeke hate lidarxistin.
Di meşê de tiştê herî balkêş, meşvanan diruşmên ku piştgiriya Artêşa Azad a Sûrî dike diqîriyan. Bi diruşman pesnê rêxistinên wekî Cephet Nasra didan û ya herî girîng jî saziyên kurdan bi şirîkatiya bi Esad re sûcdar dikirin. Roja ku meş dê bihata kirin ez li Amûdê bûm. Bi rastî jî li bajêr rewşeke giran hebû.
Heman rojê êvara 27'ê pûşperê konvoya YPG'ê li ser rêya Hesekê û Dirbesiyê operasyon li hemberî çeteyan li dar xistibû û vegeriyabû. Di vegerê de rastî êrîşa çekdarî ya komek ji van meşvanan hatibû. Di êrîşê de Îsa Gulo yê endamê YPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî êrîşê YPG'ê operasyonek da dest pê kirin. Di vê operasyonê de 5 endamên koma çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn ku bi ambûlansê nêzî sînorê Tirkiyê rawestandibûn rakirin nexweşxaneya Nisêbînê.
Bûyer wisa qewimî bû. Lê çapemeniya li başûrê Kurdistanê û çapemeniya ereb bûyer berevajî kir, got ku YPG'ê êrîşê meşeke sivîl kiriye û komkujî pêkaniye. Ev tenê jî ne bes bû, nivîsand ku YPG'ê li Amûdê teror kiriye, her der daye ber agir.
Berevajî çapemeniya Başûr, van kesan ji bo yên hatine girtin bêne berdan bi rojan çalakî li dar xistin. Her wiha dest bi gireva birçîbûnê jî kirin. Lê hêzên asayîşê tu mudexeleyê wan nekir. Çi balkêş e, ew kesên wê rojê dikevin meşê rastî konvoya YPG'ê tên. Û bi "tekbîr, Ellah û Ekber, Şebîha (şirîkê xayînan)" pêşî bi prîket, kevir û herî dawî jî bi çekan êrîşê YPG'yiyan dikin.
Dema min bi amûdêyiyan re xeber da, wan bi xwe jî digotin êrîş, propagandaya piştî êrîşê hatiye kirin bi awayekî plankirî hatiye kirin. Ambûlansên li ber sînorê Tirkiyeyê hatibûn rawestandin, çekdarên li ser xaniyan sekinîbûn ku digotin ji bo meşê ne û hwd. ev hemû nîşaneyên van tiştan bûn.
Tiştên li Amûdê qewimîne jixweber çênebûne. Di çarçoveya planekê de pêkhatine. Eşkereye ku ev plan parçeyeke êrîşên Serêkaniyê, Efrîn, Til Temir, Hesekê, Şêxmeqsûd e. Dîsa ji bo piştgiriya siyasî û aborî ya vê êrîşê PDK'ê deriyê sînor ê Semalka girt. Tiştên ku li vê derê hatin jiyîn Zagros TV, Rûdaw TV yên li başûrê Kurdistanê û dîsa çapemeniya ereb gelek berevajî kir.
Bi taybetî Rûdaw TV hê ji deqîqeya yekemîn, bêyî ku bizane bûyer çawa qewimiye balkêş bû ku mesele kir sernûçeya xwe. Ez dixwazim ji rayedarên Rûdawê vê jî bipirsim; Digel ku li Amûdê karên wan xilas bûbû jî çima we nehişt xebatkarên we herin malên xwe? Xebatkarên we yê li wir, ew "rewşa awarteya" wir a berî 2 rojan dê eşkere bikira, çima we nehişt ew herin mala xwe û we ew desteser kirin?
Gelê rojavayê Kurdistanê wekî parçeyeke şoreşa Rojeva li dinyayê êdî hatiye wê astê ku vîna wan tê qebûlkirin. Konseya Bilind a Kurd li derve karê dîplomatîk dike û bi vê jî êdî hatiye wê radeyê ku statuya kurdan tê nîqaşkirin. Tam di pêvajoyeke wisa de ev bûyera ku çêbûye navê wê ne 'birakujî', provakasyoneke ku yekîtiya kurdan xira dike, pêşî li vê serketina ku me qal kir digire.
Tê gotin ku li piştperdeya vê bûyerê rêxistina Yekîtî heye. Ger bi rastî jî wisa be dê dîrok û gelê rojavayê Kurdistanê wan efû neke. Rayedarên PDK'ê jî gelo dixwazin êşên ku di salên 90'an de li Başûr hatine jiyîn niha li rojavayê Kurdistanê bêne jiyîn? Ger wisa be ji dîrokê qet ders negirtine.
Ev nivîs ji ANF'ê hatiye girtin ku di 01.07.2013'yan de hatibû weşandin.
Wergera ji bo kurdî: Diyarname


