logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?
  2. Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)
  3. Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî
  4. Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn
  5. Hunermendên bo pîrozbahiya Amedsporê wê li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Qîrîna mirinê a ji Mazgalê tê

Sal 24’ê rezberê 1996. Cih Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. 23 girtiyên PKK’yî dema ku li korîdora girtîgehê diçûn cihê hevdît

  • Dîrok: 06/07/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Zeynep KURAY - Stenbol 


Sal 24’ê rezberê 1996. Cih Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. 23 girtiyên PKK’yî dema ku li korîdora girtîgehê diçûn cihê hevdîtinê, gardiyan deriyên maltayê ji herdu aliyan ve bi ser wan de digirin. Piştî bendemayîna 3 demjimêran komkujî dest pê dike. 10 girtî bi darên bibizmar, jop û sator ve heta ku dikujin lêdidin, 23 jê jî bi giran birînar dibin. Di dema vê komkujiyê de rojnameger û derhênerê kurd Cemîl Oguz ku di qawişa 23’an de bû dibêje, “Hê jî qîrîna wan di guhê min de olan didin.”


Her çendî ku derhêner Cemîl Oguz cih dabe xizmên girtiyên di komkujiya girtîgeha Amedê de hatine kuştin û şahidên girtiyên giran birîndar rizgarbûyî jî, Cemîl Oguz bixwe yek ji şahidan e. Oguz ku di dema komkujiyê de di qawîşa 23’yan a girtîgeha Amedê de bû, dibêje hêjan qîrîna dengê wan di guhên min de olan dide. Oguz bûyerên wê demê rûdayî wiha vedibêje: “Em li qawişê rexê bûn. Qawîşa ez lê ya 23’mîn bû. Wê rojê yên 18 û 29'an diçûn hevdîtinê. Dema ku hevdîtin xilasbûyî me ji dengê hat zanî ku kêşeyek rûdaye. Lê ji ber ku girtîgeh bû em zêde li ser ne rawestiyan. Dema ku posta duyem çû hevdîtinê, yek ji hevalan ji qawîşa 35’an, ji bo xwarina malbatan anîne bixinê legenê bixwaze; ji gardiyanên wir yek bigotina “Çima mazgalê vedikî” diqîre û mudaxele dest pê dike. Gardiyanên ku ji her du aliyan ve deriyên maltayê girtin, ew girtiyên ku diçûn hevdîtinê li korîdorên navberê rawestiyan. Piştî ku 3 saetan li wir asê man, ji her du aliyan ve rastî êrîşekî tund hatin. 10 girtiyên ku bi darên bibizmar, jop û sator ve têne lêdan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî bi giranî birîndar dibin.


QÎRÎNA DENGÊ HEVALÊN MIN HÊ DI GUHÊN MIN DE YE


Di navbera me de tenê dîwarek hebû. Li aliyekê em dengê qîrîna hevalên xwe dibihîzin, li aliyekî din dest û lingên te girêdayî ne. Hinek hevalan xwest li derî bidin û bişkînin, lê hevalên me yên li navberê asîmayî di wê rewşa xwe de jî gotin ‘Çi dibe bila bi me bibe, bila hevalên me ên din zirarê nebînin’. Tenê amûra me ya protestoyê jî, me li mazgalayan dixist. Em derketin hewşê û me slogan avêtin. Ev bertek kêrî tiştekî nehat û qîrîna hevalên me ji guhên min naçe.”


MEJIYÊ WAN EW QAS PERÇE KIRIBÛN KU ME BI PEMBÛ DAGIRT


Oguz dide diyarkirin ku, li girtîgeha Amedê mirinên herî xirab jiyan kirine û got, di êrîşê de serê hinekan perçiqandibûn, çavê wan derxistibûn, çermê hinekan serde anî bûn. Oguz destnîşan dike ku, “Eger hûn guleyekê li mirovekê bidin dê herî zêde saniyek du saniyeyan de bimirie, herî kêm ew qas êşê nakişîne.” Oguz bilêv dike ku, di belgefilm de dema ku dayika ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe tê û rastî wê menzereya tê herî baş wê demê hîs dike. Dayikê digot “Mejiyê wan ew qas hatibû perçekirin ku me bi pembû seriyê wan dagirt.” Oguz bibîrxist ku, li derve li cihekê kuştin, lêdan û li girtîgehê kuştin ferqek pir mezin heye û wiha got: “Dema ku kesek hate girtin û şûn ve, wekî zagonî êdî ew di bin ewlekariya dewletê de ye. Li wir dewlet neçare biparêze ne ku bikuje. Li Amedê mirinên herî xirab hatin kirin.”


EDALETA KU 17 SALE NAYÊ


Oguz bibîr xist ku, ligel ku komkujiya li girtîgeha Amedê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ve (DMME) hate mehkûm kirin jî, ev 17 salin li Tirkiyeyê doz berdewam dike û hêja kujer nehatine cezakirin. Oguz da zanîn ku, “Me di belgefilmê de cih da şahidiya Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê yê wê demê Sezgin Tanrikulu. Tanrikulu dibêje me doz bir Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û digot, ew kesê wê rojê serpel (yuzbaşi) bû belkî îro fermandar be, ew kesê wê demê amirê polîsan bû belkî îro midûrê emniyetê be. Çawa ku tu kesê ceza negirt, em nizanin di aliyê îdarî de jî li kuderê ne.”


KURD BI SEDSALANE VAN QÎRÎNAN DIBÎHÎSIN


Oguz da diyarkirin ku, armanca wî a kişandina vê komkujiya hovane, nedana ji bîr kirin e û got, bi taybet kurdan di salên 1990’an de zilmên pir mezin dîtin û ev komkujî jî perçeyek ji vê zilmê bû. Oguz anî ziman ku, “Kurd bi sedsalanin van qîrînan dibihîzîn û ev hê didome. Hê duh li Liceyê ciwanek hat kuştin. Ji vê rojê şûnde pêwîste em biryar bidin ku dê çawa van qîrînan rawestînin.” Oguz destnîşan dike ku, îro jî li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ên terkî mirinê kirine hene û diyar kir ku, ev belgefilm ji bo bîranîna hemû girtiyan hatiye çêkirin.

 

ANF

 

Parve Bike

Youtube Me

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 08 05 2026

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

news
  • 06 05 2026

Ji Şaredariya Amedê çalakiyên ji bo Cejna Ziman

news
  • 06 05 2026

Li Amedê hefteyek çalakî ji bo Roja Ziman

news
  • 05 05 2026

Pirtûkên kurdî li Erxeniyê konê datînin

news
  • 04 05 2026

Li Batmanê çalakiyên meha gulanê

news
  • 04 05 2026

Pêşengeha “Rengên Biharê” li benda hunerhezan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Hûnê çawa deng bidin? Va ne 5 pirs û bersiv

ad

Hejmara jinên cixare dikişînin zêde dibe

ad

Ji 'Konferansa Kurdistanê' notên rojekê

ad

Ehmed: Soza beşdariya dora duyemîn ya hevdîtanan hat dayîn

ad

Festîvala Cûdiyê dest pê kir

ad

Tîroj 'Rojhilata Navîn bi ku ve diçe?'yê nîqaş dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

  • 08 05 2026
news

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

  • 08 05 2026
news

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

  • 08 05 2026
news

Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn

  • 07 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname