logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Carinan helbest jî têre nake!

Her çiqas tê gotin, ku helbestkar û şêwekar dot û pis, pis û dotên hev in jî, ku li gorî vê destnîşankirinê helbest û wê

  • Dîrok: 13/07/2013
  • Beş: Serbest

Welat Dilken

Her çiqas tê gotin, ku helbestkar û şêwekar dot û pis, pis û dotên hev in jî, ku li gorî vê destnîşankirinê helbest û wêne jî kur û keçên dot û pisan bin jî, lê her çiqas ku helbestkar û şêwekar hunera xwe bi piranî ji hêmayê diafirînin û wekî qerekter, ku gelekî nêzî hev bin jî, ji ber hurguliyên hunera ku diafirînin, ew ewqas jî dûrî hev in. 

Helbestkar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi peyvê û bi dengê zimên muzîkê-lîrikê, çîrokê-vegotinê û lîstikê-şano lê bar dike û pêşkeşî xwendevanê xwe dike. Şêwekar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi firçeyê û bi boyaxê dîtbariyê lê bar dike û wê li ser erdê kevalekê pêşkeşî wênehezan dike. Yek ji nêzî rastiyê hêmaya xwe şênber dike (şêwekar) û yek jî bêyî ku hêmaya xwe şênber bike, bi riya peyvê û hevoksaziyê hêmaya xwe li ser kaxizê nixumandî dihêle û pêkeşî xeyalkirina xwendevanê xwe dike (helbestkar).

Ku ne bi tevahî jî be, wisa tê gotin û ez jî bi wê gotinê re me: helbest, wêneyê ku li ser kaxizê hatiye nivîsin e û wêne jî helbesta ku li ser kevalê hatiye wênandin e. 

Ez wekî helbestkarekî, ku bêhtir ji hêmayê helbestê didoşim, ji ber hin hêmayên ku bi dest dixim, gelekî caran min xweziya xwe bi şêwekaran aniye û min gotiye; xwezika van destan jî karibûya firçeyê re hevşa bibin. Lê mixabin, di destwerdana firçeyê de destên min kût in, nikarim xêzekê jî bikşînim. Loma jî newêrim rahêlim firçeyê û xwe bidim himber erdê spî yê kevalê. Û dibêjim, ew şêwekar çiqas xwedî bext in, xweziya min bi wan... xwezika ku dest û tiliyên min jî karibûna firçeyê rapêçin û wê li ser kevalê bidin lîstikandin...

Ew demek e, sê hêmayan ji pîsikê min ve girtine û qet xelasiya min jê tune. Pir dixwazim ku ji wan hêmayan helbestê lê kim, lê nabe, kurt in, ji vegotinê bêhtir dibêjin em ne hêmaya helbestê ne, em hêmayên sê kevalan in. Lê çi bikim, wekî min li jor jî got, di wênandinê de destên min kut in, nikarim rahêlim firçeyê û bi ya wan bikim, wan li ser kevalê birengînim.

Dubare dibêjim, xwezika min karibûya hêmayan biwênim. Û eger min şêwekarek nas bikira, min ê bi hurgulî ew hêmayan jê re vegotina lê, çi bikim ku destê min nagihêje şêwekarekê/î. Lê dîsa jî, belkî ji bo ku xwe ji wan rizgar bikim, ez dixwazim bi alîkariya peyvê, bi riya nivîsê hewl bidim, ku wan hêmayan şênber bikim. Belkî bala şêwekarekê/î bikşîne.

Hêmaya yekem; “li cihekî req û rût û bej, li berpala çiyeyekî jî dibe, li deşteke ji daran req û rût jî dibe û li ser girekî jî dibe. Dareke bi sal, ku koka wê qelişî û çend guliyên hişkbûyî pêve mane û bi guliyekî ve jî bes pelek hêşin mayî, li ser guliyekî bilbilek û li biniya wê siyeke fireh û bes ku siya bilbil xuya neke. Li binê wê şêwekareke keç a ciwan kevalê xwe daniye ser sêpiyê û di kevalê de wênandinên kaniyeke ku ji kevirekî têwer dibe wekî sûlaveke biçûk, xezalên ku ji kaniyê avê vedixwin. Li rexekî kaniyê du şêrên ciwan û hezkar, ku bi awirên aştiyane û bi heyranî li xezalan temaşe dikin, li derdora cihoka kaniyê gul û çîçekên rengo rengo, di avê de siya pinpinok û kuliyên ku dansê dikin û ji ser guliyên darên mêweyên li derdora kaniyê kevokên ji xewê ve çûyî û çivîkên ku bi hevşa dibin. Û li ser avê tu şop tevlî şopa din nebe-nedibû ”.  Ew wekî du hêmayan dixuye lê, kevalek e, ango keval di hundirê hevalê de ye.

Hêmaya duyem; “Dem serêvarkî jî dibe berbang jî dibe, sî beravajî rojê diçe!. Çîrok ya darekê û siya wê ye.  Sî dixwaze ji koka xwe biqete û terkîsera darê bike. Eger ez şêwekar bûma min ê dem wekî serêvarkî hilbijêrta, siyê dê xwe di rojhilat de, berevajî rojê dirêj bikira. Li cihê ku siya koka darê gihîştiye guliyên wê min ê wekî parçekirina paçekî ku parçe û pirtik ji cihê parçekirî ve dimînin, min ê sî wekî ji darê ve qetiyayî , ku hêj jihevqetîneke nû, lê wekî ku sî bi ser ketiye biwênanda”.  Ango di navbera koka darê û siya wê de qutbûnek. Bi min gelekî fantastîk tê. 

Hêmaya sêyem: “Di kûçeyek xalî de jî dibe, li ber dîwarekî jî dibe yan li ser riyekekê jî dibe, lê divê dem mixurbe be. Siyeke bê gewde û tarî, ya keçeke por dirêj (ku şêwekar bûma, min ê dê keçek por dirêj tercî bikira) ku berê wê ji çûnê, lê serê wê bi şûn ve zivirî û destekî  xwe li ba dike, wekî xatir dixwaze û ji perçema wê ve nîvê porê wê bi ber bayî ketî”. 

Dibêjim ax... Bi nivîsandina helbestê re, çima ez nikarim biwênim jî. Çima nikarim firçeyê rapêçim?... An jî, xwezika destê min bigihîştina şêwekarekê/î, min ew hêma û gelekên din  ji wê/wî re vebigotina, da ku bi min re nemana xweziyekê...  Û dibêjim; çima, carinan helbest jî têre nake!?...      

 

welatdilken@hotmail.com  

 ***


Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Efsûniya peyvê
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî 



Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîstikvan Aytaç Arman wefat kir

ad

Li Rojava radyoya Cûdî FM û radyoyên din

ad

"Derdê Welat" derket

ad

Girtina komeleya kurdî bi meşê şermezarkirin

ad

TUMÎKOM: Parlementerê BDP'ê yê Sêrtê bi qasî 2 parlementerên AKP'î xebitî

ad

Berendamên SÎYAD'ê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname