Diyarname
Pirtûka nivîskar Selahattin Bulut a bi navê "Xadim" vê carê li erebî hat wergerandin û hat çapkirin.
Pirtûka Bulut "Xadim" di sala 2008'an de ji Weşanên Avesta derketibû, di sala 2010'an li tirkî, niha jî li erebî hat wergerandin û hat eşandin. Pirtûk ji aliyê werger û helbestvan Merwan Elî ve ji bo erebî hatiye wergerandin, bi navê "El-Aciz" ji aliyê weşanên Kalima hatiye ve hatiye çapkirin.
‘Xadim’ çîroka kesek bi navê Jêhat ku ji girtîgehê derketiye lê derve bûye girtîgeha wî. Jêhatê ku piştî 10 salan ji girtîgehê derdikeve, li derve rastî girtîgehek din tê û dikeve nav derûniyeke cihê. Şopên deh salên bihurî yên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. ‘Xadim’ çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî şeva reş û windabûna di nav wê tariyê de ye.
Nivîskar Selahattin Bulut berî vê pirtûka xwe ya çîrokan "Bihuşta Lal" nivîsandibû û çîrokên wî rastî eleqeyeke mezin hatibû. Bulut di Xadimê de çîrokeke dirêj pêşkêşî xwendevanan kiriye. "Xadim" heta niha du çap bi kurdî kirine.
Xadim / Selahattin Bulut / Çîrokek dirêj / 96 rûpel / Weşanên Avesta

Nûçeyeke eleqedar:
- Selahattin Bulut: Min xwest derdekî nehatiye vegotin bînim ziman


