ÊLIH
Komeke ku tê îdîakirin endamên HUDA-PAR'ê ne êrîşî BDP'iyan kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesek jî bi giranî birîndar bû.
Li gor nûçeya DÎHA'yê li Taxa Petrol ya Êlihê komeke ku tê îdîakirin endamên HUDA-PAR'ê ne ji ber sedemeke hê nayê zanîn çi ye êrîşî ciwanên BDP'yî kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Ozcan Temel ku bavê 2 zarokan e li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Her wiha ciwanê bi navê Mert Kasar jî bi giranî birîndar bû.
Cenazeyê Temel rakirin nexweşxaneya Taybet ya Medîkal. Kasar ê ku bi giranî birînda bûye ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hêrama Êlihê. Li taxê alozî didomin.


