Diyarname
Tirkiye bû xwedî partiyeke din jî: Partiya Keskan. 40 avakarên Partiya Keskan serî li Wezareta Karên Hundir da.
Cotberdevkên partiyê Bilge Contepe û Umit Şahin daxuyaniyeke dan û ragihandina Partiya Keskan îlan kirin. Bi serîlêdana Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê duh bi awayeke fermî Partiya Keskan hate avakirin.
Partî dê bike ku di warê kişwera global, feqîrî, şer, cudaxwazî, hawirdorê de tiştinan bibêje.
Partî wisa dibêje:
- Pirsgirêkên Tirkiyeyê ne ji pirsgirêkên dinyayê; pêşeroja ma ne ji pêşeroja ser rûyê erdê ser bi xwe ye. Bi hev re girêdayî ne.
- Kişwera global diguhere. Civaka her xerc dike û çavên wê têr nabe jiyana xwezayî û hawirê texrîb dike. Tehdîda nukleler tê. Hişkahî, qeyrana avê û xurekê mezin dibe. Mafê parastina hemû zindiyan di asta bêparastinê de ye. Qeyrana ekolojîk kûr dibe. Ser rûyê erdê ku mala me hebûyan e her ku diçe xira dibe.
- Dawî li şeran nayê. Şîdet, bêedaletî, feqîrî û cudakirina bi her awayî her ku diçe zêde dibe. Pirsgirêkên civakî ji yên ekolojîk, yên ekolojîk ji polîtîkayê ne cihê ne. Polîtîkaya Kesk êdî mecbûrî ye.
Şahin û Contepe dibêje 'Partî li Tirkiyeyê bi qasî ku heta niha nehatiye dîtin xwedî rêziknameyeke demokratîk e" û dibêjin ku ew di warê herêmî, neteweyî û navneteweyî de bi rêxistin in.
Di nav avakarên Partiya Keskan de muzîkar, derhêner, hîndekar, nivîskar, rojnameger, dixtor, endazyar û ji gelek pîşeyên din kes hene.