logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Berken Bereh, çiyayê helbesta kurdî

Bo min pir zehmet e ku ez pênaseyekê bo şairekî gewre bibînim, a rast deqa wî, peyvên wî yên –Palgeh ji Işqê re- jixwe h

  • Dîrok: 03/01/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Omer Dilsoz

Bo min pir zehmet e ku ez pênaseyekê bo şairekî gewre bibînim, a rast deqa wî, peyvên wî yên –Palgeh ji Işqê re- jixwe her tiştî vedibêje.

Lê dîsa jî heke mirov her diviya pênasekê bibîne, ez ê bo mamê Berken, peyva herî maqûl ku bikaribim wî û deqa wî bişibînimê Çiya ye.

Çi ko, heçî çiya ye, di lîteratûra me vî “qewmê çiyê” de, yekser beramberî “hebûnê” ye. Gava kurd bê gotin, yekser “çiya” tê fêmkirin lewra gava helbesta kurmancî jî bê gotin, yekser Berken Bereh tê zanîn.

Van rojan berhema wî ya şeşê, “Ji Dûriyê re” ji Weşanên Lîsê derçû. Şeş, kaniyên ji dilê vî çiyayî bilind derbûn, di welatê peyva kurdî de, bîstanên rengoreng ên hezarçeşnî li ber avî dibin di welatê deşt û çiya de.

Berkenê ku bi “hezkirin çûkeke koçber e/ ku koç kir hew vedigere”  dizgîn û hevsarê peyvê di newqa hespê rewan ê zimanê çiyê dişidîne, di vê berhema xwe ya nû de, weke darekî fêkî ku stewiyabe û êdî berê wê li hasilê ye, hiş û dilê xwêner bi rûyê wî yê rastîn dihesîne û bi xwe vedicinîqîne. Berken, bi helûniya wan peyvên nerm me dibe dinyaya xwe ya hundirîn û li wir, bi kubariyeke şaîrane li rastiya “êşê” dilikumîne.    

Mamê Berken dibêje;

-de heydê raneweste

em careke din xweliyê li serê xwe bikin


bila dengê min bibirre kembera te biherike xwîn

hûr hûr bibin qumçên xemrî li ser sîng

bi kerb û bi şewat... bi şewat... şewat


em bialêsin gemara li ser xencerê

…

Û bi vê re berê me dide dengvedana ji êşê ku ew jî “şewat e” û bi “gemara ser xencerê” bala me dide wî dengê çiyayê berz ku li ber çarenûsa xwe bi şewat maye. Gava dibêje, “Em careke din xweliyê li serê xwe bikin” hem jêrehişa kurmanciyê dihingêve û hem jî ev çarenûsa ku “jovanî” tê de tim şabenda jiyanê ye, tîne ber çavên me û dubarebûna êşekê ku bi “xwelî bi serê xwe dakirin”ê re heman barî hildigire, raberî me dike.

Bi kurtî, Berken, hosteyê peyvê, zanayê çand û dîrokê, şarezayê hestûbestên giyanê mirovî ye. Dengê bilind ê çiyayî li ser hemû dengan digerîne û wê kelepora Botana Kurdistanê ya xwedan binîşeke heşt hezar salî diqîrîne ber perrê cîhanê.   

Berken Bereh kî ye?

Berken Bereh helbestvaneke kurd e.

Di sala 1954'an de li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978'an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Yekemîn car helbestên wî di kovara Tîrêj de (yekemîn kovara kurdî ye li bakur) de hatiye belav kirin. Heta niha helbest û nivîsarên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî mîna (Tîrêj, Nûdem, Jiyana Rewşen, Hîwa, Azadiya Welat, Tîroj û yên internetî û hwd.) de belav bûne. Di sala 1999'an de bi navê "Kulîna Kulîlkan" kovareke internetî amade kir. Çar hejmar derket. Ev yekemîn kovara internetî li bakur bû. Pirtûkek helbestan bi navê " Êş " Di sala 2001'an de, herweha yek bi navê " Şagirtên Evînê " di 2003'yan de bi rêya Weşanên Sî li Stenbolê û "Pandomîm" 2006 li Amedê Weşanen Belkî û "Şîna Helbestê" 2008 weşanên Doz çap bûn.li zanîgeha Bilgi yê ya stenbol,ya colemêrg û her wiha li gellek bajarên Kurdistanê wek Hewlêr,Duhok,Amed,Wan tevlî festîval û konferansan bû û teblîx pêşkêş kir.Ji bilî navê xwe Berken Bereh bi mexlasên mîna Serwer Botî,Argeş Amedî û Mem Bêtîr jî gotar û nivîs lê kir û weşand.Niha jî di malpera Diyarnameyê de panzdeh rojn carekê gotarên xwe belav dike.

 

Êş, Helbest, Weşanên Sî (2001)

Şagirtên Evînê, Helbest Weşanên Sî (2003)

Pandomîm, Helbest, Weşanên Belkî (2006)

Şîna Helbestê, Helbest, Weşanên Doz (2008)

Dilê Min Palgeh e ji Işqê re, Helbest, Weşanên Lîs (2010)

Ji Dûriyê re, Helbest, Weşanên Lîs (2013)

 

omerdilsoz@yahoo.com

 

 

Ji Yuksekovahaberê hatiye girtin 

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne

ad

Notên ji şeva Oscarê

ad

Mahmut Akyurekli qala cihê cil û çekê Şêx Seîd û Dadgehên Îstîklalê kir

ad

Vane tîmên dê herin Kûpaya Cîhanê ya 2018'an

ad

Hevserokên KCD'ê diyar bûn: Irmak û Dîcle

ad

Ev wêneyê xalîçeyê li Îranê hatiye kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname