Diyarname
Romana nivîskar Remezan Alan a bi navê Saturn ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve ji nû ve hate çapkirin.
Weşanxaneya Peywendê ku payîza sala borî dest bi karê weşandina pirtûkan kir vê carê jî romana Remezan Alan a bi navê Saturn çap kir. Saturn yekem pirtûka Remezan Alan e ku çapa wê pêşîn di sala 2002’yan de ji hêla Weşanxaneya Avestayê ve hatibû kirin.
Saturn ku bi zimanê xwe yê herikbar û çîroksaziya xwe ya balkêş balê dikişîne, ji hêla weşanxaneyê ve wiha hatiye danasîn: “Saturn, der barê çûneke muqedder de ye. Ev çûn çi qas ji bo evîna Xewbanûyê ye, çi qas ji meraqa naskirina dinyayê ye ne diyar e. Lê diyar e ku bi vê çûnê re dê hin kes bikevin fikaran û hin kes jî li ser bi destxistina îqtîdarê dek û dolaban bigerînin. Ji ber ku lehengê sereke yê romanê Bengîn, wêrisê tekane yê text e. Roman, bi vebêjeke diyalojîk a ku heqê lehengan îhmal nake, bi parodî, têkiliyên navmetnî û bi zimanekî sînematografîk ê ku li ser ‘dîtin’ û ‘vegotin’ê hûr dibe, ava bûye.”
Pirtûka “Folklor û Roman” a Remezan Alan jî payîza sala borî derketibû pêşberî xwendevanan. Her wisa çapa berfirehkirî ya pirtûka Alan a bi navê Bendname jî demek berî niha ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve hatibû çapkirin. Her du berhemên Alan yên navborî jî di warê xwe de berheminên di warê xwe de tekane ne.
Berhemên Remezan Alan yên çapbûyî ev in:
- Saturn / Roman
- Bendname, li ser ruhê edebiyatekê / Rexne
- Folklor û Roman, li dor texeyyulên berê rêçên îroyîn / Rexne


