ENQERE
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu bi daxuniyeke nivîskî, îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê silav kirin.
Di daxuyaniya HDP’ê de tê diyarkirin ku îlankirina Rêberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê di heman demê de ji bo civîna Cenevre ya ku beşdarbûna kurdan hat astengkirin derseke û wiha hat gotin:” Li Rojavayê Kurdistanê îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, em li ser navê hemû gelên ku li dijî rejîmên zordar û înkar têkoşîna aştiyê û demokrasiyê didin meşandin bi kelecan pêşwazî dikin.”
Hevserokên HDP’ê destnîşan kirin ku gelê Rojava di nava Sûriyeyeke ku sûcên li dijî mirovahiyê tê meşandin de modeleke wekhev û demokratîk pêşxistine û ev biryara wan ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn bûye hêviyek û wiha domkirin: “Li Rojava demokrasiya ku ji aliyê gelê Kurd, Sûryanî û Ereban ve hatî pêşxistin, em pêbawer dikin ku bi vê sistemê hemû nêzîkatiyên desthiladariya yek çûye li Çûpa dîrokê de. Avakirina ku li Rojava pêşdikeve, ne jib o veqetandina civakê ye, wê nîşanî hemû cihanê bide ku ji bo hevgirtina giştiye.
Ev gav di heman demê de çandên cûda, ziman, bawerî û nasnameyên din jî di nav de cihê xwe digre, wê rê nîşanî avakirina rejîmekî nû li Sûriyê jî bike. Gelên Sûriyeyê dikarin li derdura pêşketina wiha bi şêwazekî azad, wekhev û demokratîk pêşbikevin.”
**
Nûçeyên eleqedar:
- Peyamên pîrozbahî yên ji bo ragihandina xweseriya Cizîrê
- BDP'ê ragihandina Kantona Cizîrê pîroz kir


