logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Divê modeleke perwerdehiya me hebe

Ez li ser navê TZPKurdî we bi hurmet silav dikim. Bi xêr hatin ser çavan li ser seran hatin.

  • Dîrok: 04/07/2008
  • Beş: Serbest

 

Qahir Bateyî*

Dîwana rêzdar û delegeyên ezîz;
Ez li ser navê TZPKurdî we bi hurmet silav dikim. Bi xêr hatin ser çavan li ser seran. Berî axavtina xwe ez di şexsê şehîdên têkoşîna azadiya gelê kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay de hemû şehîdên doza azadiya gelê kurd bi bîr tînim û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Ez wan wekî Serek Mamoste dibînim û dixwazim ku konferansa me jî wan wekî Serek Mamoste bibîne û bi vî rengî bi nav bike.   

Delegasyona hêja, hevalên birûmet; îro ji bo me rojeke girîng û destpêka pêngaveke dîrokî ye. Ji ber ku ev cara yekem e ku ji bo standartkirin û avakirina modêleke perwerdehiya kurdî konferansek tê lidarxistin. Ji ber vê yekê em dibêjin ev konferans konferanseke dîrokî ye. Bila ev konferans li delegasyona me, li gelê me û li zimanê me pîroz be.

Gelî dostan; her miletekî bindest heta ku gihîştiye azadiya xwe, heta ku azadiya zimanê xwe bi destxistiye û hebûna zimanê xwe di nava zimanên cihanê de parastiye û zimanê xwe bipêşvebiriye têkoşîneke mezin daye. Di nava vê têkoşînê de jî xebata bingehîn xebata perwerdehiyê bûye. Gelek miletan, gelek caran ji bo ku zimanê xwe biparêzin û zimanê xwe bikin zimanê fermî an jî serdest, seferberî dane despêkirin. Ji bo mînak dema ku Komara Tirkiyeyê avabûye Dewleta Tirk seferberiyek ji bo zimanê xwe da destpêkirin. Bi taybetî li Kurdistanê ew ên ku li leşkeriyê çend peyvên bi tirkî hîn bibûn li bajarên xwe dibûn mamoste. Ev yek li her dera Tirkiyeyê hebû. Bi vî avayî zimanê xwe kirin zimanê serdest. Mînakên vê yekê li cîhanê gelekin.

Gelî dostan; TZPKurdî ev ji du salan bêtir e ku ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî xebatan dide meşandin. Lingekî van xebatan jî perwerdehiya kurdî ye. Ev konferans encama xebatên TZPKurdî yên du salan e. Di encama kedeke mezin de pêdiviya vê konferansê derketiye holê. Heta ku hate vê asteyê ku pêdivî bi vê konferansê hebe, bêguman gelek ked hate dayîn. Ji Ehmedê Xanî heta îro ev kede tête dayîn. Ji malbata Bedirxaniyan bigre heta Osman Sebrî, ji deh hezaran şehîdên azadiyê bigre heta Apê Feqî û Apê Musa keda gelek mirovan her wiha keda gelek saziyan di parastina ziman û çanda kurdî de heye. Ev konferans jî encama vê kedê ye. Ev konferans biryardayîna layîqbûna keda Ehmedê Xanî bigre heta Celadet Bedirxan, ji Apê Feqî û Apê Musa bigre heta deh hezaran şehîdên azadiyê. Ji ber vê yekê ev konferans di heman demê de barekî gelekî giran dide ser milê me. Mîsyonekê dide ber me. Wan cangoriyan, wan zimanhezan bi keda xwe, bi canê xwe ev ziman ji me re parastin û anîn roja îro. Divê ku em jî bi berpirsyariya layîqê wan vî barî hilgirin û zimanê xwe bigihîjînin azadiya wî.

Belê gelî doatan; ev bar ne barekî sivike, lê belê ne barekî wisaye jî ku em nikaribin rakin. Lê tenê em bi biryar bin, em ji xwe bawer bin û em bêjin şert û merc çi dibin bila bibin em dê zimanê xwe bigihîjînin azadiya wî û emê mafê perwerdehiya zimanê xwe bi dest bixin. Wê demê serkevtin dê ya me be, serkevtin dê ya zimanê me û ya gelê me be.

Delegasyona hêja; wekî ku me got ev ji du salan bêtire TZPKurdî xebatên perwerdehiyê dide meşandin, ango dersên zimanê kurdî dide. Berî wê jî kêm-zor ev xebat hatine meşandin. Lê belê mirov nikare behsa modêleke perwerdehiya kurdî bike. Mirov nikare bibêje di perwerdehiya kurdî de standartbûnek heye. Belê perwerde hatiye dayîn, lê belê perwerdehiyeke bela-vela hatiye dayîn. Her mamosteyekî li gorî rêbaza xwe perwerde daye, kîjan materyal bi dest ketiye li gor wê materyalê perwerde daye. Heta dereceyekê ev yek tiştekî normal e. Lê belê dema ku dem hat ev rewş bê guherîn divê ku bê guherîn. Êca ji bo me jî dem hatiye ku ev rewş bê guherîn. Me du sal berî niha nedikarî em konferanseke wiha bikin, du sal berî niha dê konferanseke wiha gelek lûks bûya, bêguman dê encamên baş jî jê derneketibûna. Lê êdî dem hatiye, êdî mêweyên xebatên TZPKurdî hatine ber xwarinê. Lewre divê ku êdî modêleke me ya perwerdehiyê hebe. Divê ku perwerdehiya me li gor standarbûnekê bê dayîn. Mesela mamosteyekî li Stenbolê û mamosteyekî li Şemzînanê bikaribe li gor heman rêbazê, li gor heman materyalê perwerde bide. Ev yek jî di heman demê de yekitî û standartkirina ziman jî bi xwe re tîne.
 

Delegeyên hêja û mêvanên birûmet; dixwazim balê bikişînim ser karê rêxistinî. Vê yekê baş bizanibin heke ku ev xebatên parastin û pêşvebirina ziman ne bi rêxistinî bihatina kirin îro gelek zor bû ku me ev konferans li dar xistibûya. Heta niha gelek saziyan, gelek kesên zimanhez li gor îmkan û derfetên xwe xebatên parastina ziman kirine. Lê belê ji ber ku ne bi rêxistinî hatine kirin gelek bi pêş ve neçûne. Ev du salin ev xebat bi avayekî rêxistinî têne meşandin, em dibînin ka çawa bandora xwe li ser civakê dike û çawa gavên dîrokî têne avêtin. Ji ber vê yekê hewce ye ku em karê rêxistinî baş fêm bikin û rêxistina xwe herî xurt bikin. Gelek zimanhezên me hene dibêjin em ji karê rêxistinî dûr bin. Yanî naxwazin ku bikevin nava tu karên rêxistinî. Karên rêxistinî ji xwe re wekî talûkeyekê dibînin. Ji ber vê yekê jî parastina ziman a gelek zimanhezên me maye li ser malperên înternetan an jî maye di gotinên teorîk de.
Gelî dostan divê ku em vê ferasetê mehkûm bikin. Divê em bizanibin li ku derê rêxistin heye li wir hêz heye, li wir qavet heye. Li ku derê hêz û qavet heye li wir hakimiyeta te heye, tu heyî, daxwazên te û biryarên te hene. Cihê ku rêxistina te nebe, hêz û qaveta te jî nabe. Cihê ku hêz û qaveta te nebe tu jî tuneyî, biryarên te û tiştekî te tuneye. Ji ber vê yekê hewce ye ku tu li her derê berî her tiştî xwe birêxistin bikî. Tu bibî hêz. Da ku tu bikaribî armancên xwe pêk bînî.

Mêmêvanên birûmet û delegeyên hêja; di nava TZPKurdî de komîsyoneke me ya perwerdehiyê heye. Ev komîsyon komîsyoneke biçûk e. Lê divê êdî ew komîsyon ji biçûkbûnê derkeve. Divê ku ew komîsyon bibe rêxistin. Hewce ye ku mamosteyên me wekî tevger xwe birêxistin bikin. Rêxistina xwe wisa xurt bikin ku bikaribin tevgereke mamosteyên zimanê kurdî derxin holê. Ev yek mûmkûne, ne tiştekî xeyalî ye. Her wiha divê ev konferanse bibe destpêkek ji bo avakirina “Yekitiya Mamosteyên Kurd li Bakurê Kurdistanê.”

Li aliyê din divê ji vê konferansê biryarên dîrokî derkevin. Ev tiştê ku em xeyal dikin, ew tiştê ku em dixwazin pêk bînin û bikin biryar. Lê divê ku ew biryarên me li ser kaxizê nemînin. Li vir biryar derxistin pir hêsan e. Lê ya girîng ew e ku ew biryar ji aliyê me ve bikevin pratîkê. Ji bo ku ev biryar di pratîkê de pêk bên, hewce ye ku em hemû seferber bibin. Hewce ye ku em bi biryar tevbigerin û fedekariya ku em dikin em hêjî pêşve bibin. Ez dizanim hûn hemû fedekarî dikin. Bi fedekariyê ev xebat hatine meşandin. Lê gelî dostan talûkeya ku zimanê me pê re rû bi rû ye, dîsa gelê me, deh hezaran cangoriyên welatê me û Mirovê Pîroz ê di nava çar dîwaran de hîn bêtir fedekarî li ser me ferz dike. Ji ber vê em jî dibêjin madem wisa ye, emê jî ji bo zimanê xwe, ji bo gelê xwe û ji bo bîranîna bi deh hezaran şehîdên xwe hîn bêtir fedekarî nîşan bidin. Divê em biryarên ku em li vê derê digirin, di zûtirîn demê de têxin pratîkê. Em hinekî karê derwêşan bikin. Hewce bike em gund bi gund, tax bi tax û mal bi mal bigerin û zimanê kurdî hînî wan bikin. Kengî me zimanê kurdî hînî bi deh hezaran mirovan kir, kengî me bi sedan mamosteyên din gihandin, me kengî rêxistina mamosteyên kurd ava kir hingî emê bibêjin me biryarên xwe xistine pratîkê. Emê hingî bikaribin bibêjin ev konferansa me dîrokî bû û encamên baş jê derkevtin. Lê belê heke ku me ev yek nekirin, biryarên me li ser kaxizê man wê demê zêde wateya vê konferansê namîne. Hingî ev konferans jî dê bibe yek ji konferansên klasîk ku biryarên wan tenê li ser kaxizan mane. Divê ku konferansa me nebe yek ji wan konferansan.

Gelî dostan; 160 delegeyên vê  konferansê hebûn. Texmîna min nêzî 150 delege beşdar bûne. Çend hevalan karên wan yên mecbûrî çêbûn nekarîn beşdarî konferansê bikin. Lê beşdariya 150 delegeyan jî cihê kêfxweşiyê ye. Ev jî dike 150 mamoste. 150 mamoste hêzeke gelek mezin e. Hêzeke fetihkirinê ye. Lê divê em bizanibin vê hêzê têxin jiyanê û bidin nîşan. Ji van 150 hevalan nêzî 70-80 hevalan mamosteyên stajyer in. Hin ji wan ev saleke perwerde dibînin, hin ji wan ev şeş meh e. Hinekan jî sê mehan dîtiye û hîn jî dibînin. Lê belê tev jî amadene ku payîzê mamostetiya zimanê xwe bikin. Ez dizanim gelek ji wan di nava heyecaneke gelek mezin de ne. Gelek bawer nakin ku dê dersan bidin. Ev konferans ji bo wan şansekî gelek mezin e. Di serî de ew; divê ku em hemû vî şansî baş bi kar bînin. Ji bo vê ez dibêjim bila heyecana xwe deynin aliyekê, tenê serkevtina zimanê xwe bifikirin.  

Gelî dostan; her yek ji we li bajarekî cuda hatiye. Her yekî ji we dest ji karê xwe berdaye, bi armanc û hêviya xizmetekê bide zimanê xwe hatiye vê konferansê. Ji bo vê jî dema ku hûn li vir diçin jî, her yek ji we mîna ku dê fetih bike divê berê xwe bide bajarê xwe. Divê feraseta me fetihkirina cihê ku em diçinê be. Em li ku derê ne, divê ku ew der fetih bibe. Divê ku li wir zimanê kurdî geş bibe. Divê ku li wir rêxistina TZPKurdî xurt bibe. Divê ku li wir zimanê kurdî serdest bibe. Bi vê ferasetê em tevlî vê konferansê bibin.  

Bi van bîr û baweriyan ez careke din vê konferansê li delegasyona me, li gelê me û li zimanê me pîroz dikim. Ji bo guhadariya we gelek spas dikim.
Serkevtin dê ya me be, serkevtin dê ya zimanê me û ya gelê me be.
Bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

***     

*Qahir Bateyî wekî Berdevkê TZPKurdî di 1’emîn Konferansa Hîndekarî û Perwerdehiya Kurdî (04.06.2008) de axaftina destpêkê kir. Ji ber girîngiya mijarê û axaftinê, bêyî em dest bidinê em axaftina Bateyî pêşkêşî we dikin.

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Angelina Jolie û Brad Pitt zewicîn

ad

Şevbuhêrka helbest û muzîkê

ad

Serokatiya Rûmetê ya Pûtînî betal kirin

ad

Ji dinyayê sê nûçeyên derketin pêş

ad

Mamosteyeke kurd ji ber dersa kurdî hat cezakirin

ad

Gotina Hefteyê: Ev misilmanî be, ez ne misilman im

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname