Diyarname
Nivîskar Dilawer Zeraq ku ev hefteyekê ye li nexweşxaneyê ye pêşemeliyetek derbas kir û niha li benda biryara dixtoran e.
Nivîskar Dilawer Zeraq roja 5'ê mehê serê sibê ji ber êşek giran çû Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê û di encama tehlîlan de diyar bû ku pişika wî biçûk bûye. Li ser vê pêşemeliyetek kirin û pişik hinek mezin kirin.
Zeraq hê jî li nexweşxaneyê ye û roja çarşemê (12'yê mehê) dê rewşa wî diyar bibe ku niha careke din pêdivî pê emeliyetek din heye yan na. Roja 12'yê mehê ger dixtor pêdivî pê bibînin dê careke din emeliyet bikin, ji bo niha pêdivî pê nebînin dê wî tabûrcî bikin û emeliyeteke din bi paş ve bixin.
Em li ser navê Diyarnameyê ji Zeraq re dibêjin derbasî be û hêvî dikin ku di kurtedemê de baş bibe.


