logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Lêborîna Exder Ibrahîmî

Wekî ji daxuyaniya nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî jî tê xuyakirin hevdîtinên Cenevre 2 bêencam man û Ibra

  • Dîrok: 18/02/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Rizoyê Xerzî

Wekî ji daxuyaniya nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî jî tê xuyakirin hevdîtinên Cenevre 2 bêencam man û Ibrahîmî lêborîna xwe ji gelê Sûriyeyê xwest ji ber ku ew nikaribûn heta niha di warê hêviyên çareseriyek siyasî û aştiyane de tu gavên berbiçav bavêjin. 

Ibrahîmî bang li aliyên hevdîtinan kir ku bêtir bi rengekî cidî ji bo çareseriyê bixebitin û got ku dê tûra sêyemîn a hevdîtinan berdewam bike bêyî ku dîrokek diyar bike. 

Wekî tê zanîn jixwe her du aliyên van hevdîtinên Cenevre 2 ji bo çareseriyê ne amade bûn û her du alî bi zexta hêzên navneteweyî  hatin ba hev. Jixwe piştî ku Rûsya û Amerîkayê li ser hin tiştan li hev kirin, Amerîkayê zext li Koalîsyona Niştimanî kir û aşkera gef lê kirin ku heke ew neçe vê civînê dê Amerîka alîkariyê ji ser wan qut bike. Ji aliyekî din ve jî Rûsyayê zext li rejîma Sûriyeyê kir ku beşdarî vê civînê bibe. Wekî ku pêşiyên kurdan dibêjin bi rastî jî wekî tajiyên ku tu bi zorê bibî nêçîrê li wan hat, lewre tajiyên ku tu bi zorê wan bibî nêçîrê tu nêçîrê nakin. 

Bi rastî dema min lêborîna El Exder Ibrahîmî bihîst, kurdên ku di nava Koalîsyonê de tevli vê civînê bûn hatin bîra min. Her wiha gotinên Abdulhekîm Beşar ên beriya destpêkirina vê civînê hatin bîra min. Beşar li ber avahiya cihê hevdîtinên Cenevreyê ji çapemeniyê re axivîbû û wiha gotibû: “Heke em mafên kurdan bi dest nexin bila gelê kurd me bi krafetên me bi dar ve bike.” 

Gelo niha ew kurdên ku yekrêziya kurdan a di Desteya Bilind a Kurd de xera kirin û bi serê xwe qedera kurdan sipartin vê Koalîsyona ku bi her awayî dijminahiya xwe ji mafên kurdan re dan xuyakirin dê çawa bi rûbarî gelê kurd bikevin? 

Gelo dê Abduhekîm Beşar û Hemîdê Hecî Derwêş jî lêborîna xwe ji gelê xwe bixwazin û li rastiya xwe mikur bên an jî ew yek ji wan re ne girîng e dîsa wê vegerin tekoşîna xwe li otêlên 5 stêrk berdewam bikin. 

Jixwe êdî eşkere bû ku hê berî lihevhatinek di navbera vê Muxalefetê û rejîma Sûriyeyê de çêbibe wan helwesta xwe ji bo mafên kurdan eşkere kirin. Heta hin kesên di nava ENKS’ê de jî vê rastiyê dibînin û êdî dibêjin em hatin xapandin. 

Kurdên ku dibêjin mirov ji nîvê rê jî vegere baş e, li gorî min li şûna israra di vê riya xwegirêdana bi Koalîsyona ku xwe nade ber tu mafên kurdan û li şûna ku hûn ji sibê heta êvarê şerê PYD, rêveberiya herêmî û Kantonan bikin, dest ji wê muxalefetê berdin û vegerin nava refên xwe. Her teyr bi refê xwe re difire. An jî bi kêmanî beriya wê wekî Ibrahîmî bikin û lêborîna xwe ji gelê kurd bixwazin.

2014-02-18, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hekîm Sefkan bi nivîsên xwe yên nû tê

ad

Kurtefîlmên Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî hatin neqandin

ad

Divê em xwe nexapînin

ad

Li Amedê herêma berendaman diyar bû

ad

Sûr, berê-niha...

ad

Îşev saetek lembeyên xwe bitemirînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname