logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Mebûsê AKP'ê rektora AKP'yî rexne û tawanbar kir!

Mebûsê AKP'ê yê Amedê Cuma İçten îro bi daxuyaniyeke Rektora Zanîngeha Dîcle Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç tawanbar kir.

  • Dîrok: 13/04/2014
  • Beş: Nûçe

Amed

Mebûsê AKP'ê yê Amedê Cuma İçten îro bi daxuyaniyeke Rektora Zanîngeha Dîcle Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç tawanbar kir. Saraç di sala 2007'an de ji lîsteya AKP'ê li Amedê bûbû berendama mebûsiyê lê bi ser neketibû. Paşê ligel ku di rêza sêyem de bû jî Serokomar ew ji bo rektoriya Zanîngeha Dîcle tayîn kiribû.

Mebûsê AKP'ê ku heta îro tu rexne li Rektor Saraç nekiribû îro ew bi gelek tiştan tawambar kir. İçten xwest Saraç îstîfa bike. Vane hin gotinên İçten:

- Rektor Prof. Dr. Saraç ji bo 'rêxistina paralel' dixebite.

- 65 caran karên nelirê kiriye.

- Ji roja ku Jale xanim hatiye ser Zanîngeha Dîcleyê ji 80 bajarên din xebatkar aniye zanîngehê. Hûn dizanin ji wan re dibêjin çi? Dibêjin 'Binêre birê min, ez te tînim, lê tuyê sedî 15-20'ê meaşê xwe bidî rêxistina F Tîpî, meaşên wan dan vê rêxistinê yan na? Meaşê kî hat qutkirin? Çend hîndekar ji ser kar hatin dûrxistin?

- Îhaleyên ku dewletê dan zanîngehê çawa û ji bo ku hatin xebitandin? Ev îhale dan kîjan fîrmayan? Eraziyên ku dewletê ji bo zanîngehê pêşkêş kirin dan kîjan fîrmayan? Ev hemû heman nav in?

- Rektor xebatkarê kîjan cemaetê ye? Ger ne di bin fermana F Tîpî Pensilvanyayê de ye wê çaxê bila bibersivîne çend hîndekar ji kar veqetiyan? Ji bo çi? Yan evên veqetiyan neketin bin fermana Pensilvanya loma?

- Di dema ku Sekreterê rastîn heye de, Sabri Eyigun ê sekreterê giştî yê korsan kî ye?

- Berî ezmûnan bi du rojan bersivên pirsên ezmûnê li xebatkarên xwe belav kirin yan na? De, hadê bila bibêjin na?

- Di karên teklîf (pêşkêşî) û vexwendinî de ji bo rêxistina Haşhaşiyan xeraç hat xwestin? Kîjan fîrma mecbûr man xeracê bidin vê rêxistinê?

- Di sala 2007'an de hesabên zanîngehê ji aliyê Sayiştay ve hatin nirxandin û di gelek xalan de nêzî 200 mîlyon, bi pereyê berê 200 trîlyon nelirêtî hate tesbîtkirin. Sayiştan xwest derbarê rêveberî de ku zerar daye wir lêpirsîn bê destpêkirin lê çima nehat destpêkirin?

- Zanîngeha Dîcle navenda rêxistina F Tîpî ye ku doçentan digihîne û dişîne zanîngehên din?

- Di dema pêvajoya çareseriyê de li zanîngehê di navbera xwendekaran de bûyer derketin û ev li Tirkiyeyê belav bûn, di van de para rêveberiya zanîngehê heye?

- Di dema ku em ber bi hilbijartinê diçûn de 900 dar ji bo çi, bi çi armancî hatin birîn?

- Di sala 2011'an de ji bo nexweşxaneyê îhaleya paqijiyê dane dest pê kirin. Di îhaleya yekemîn de îhale bi sedî 9 nehatiye erêkirin, çawa çêbûye ku heman îhale bi sedî 25 hatiye erêkirin. Kesê/a ev erê kiriye kî ye? Û ji vê erêkirinê 500 hezar TL xerac dane rêxistina Tîpa F yan na?

Wekî notek: Mebûsê AKP'ê Cuma İçten ji Çewligê ye, li Amedê li ser navê AKP'ê hat hilbijartin. İçten heta niha ligel Rektora Zanîngehê gelek dan û standine pêk aniye lê heta niha tu rexne nekiriye. Tê gotin ku Saraç ku alîgira Cemaetê ye, ji ber pevçûna Cemaet û AKP'ê İçten niha van gotinan dike.


Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hesreta 29 salan bi dawî bû

ad

Li Tİrkiyeyê 5 mîlyon betal hene

ad

Berhemên ku di sala 2005'an de derketin

ad

Ceza li Alternatîf jî birîn

ad

Kazimî û Biden axivîn

ad

Deshilatdarî û Wijdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname