logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

1'emîn Konferansa Wêjeya Kurdan pêk hat

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 1'emîn Konferansa Wêjeya Kurdan pêk hat. Di konferansa ku pirsa "Wêjeyeke Çawa" hat nir

  • Dîrok: 08/05/2014
  • Beş: Nûçeyên Çandî

BEHDÎNAN

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê 1'emîn Konferansa Wêjeya Kurdan pêk hat. Di konferansa ku pirsa "Wêjeyeke Çawa" hat nirxandin de, wezîfeyên divê wêje di avakirina jiyana azad û demokratîk de pê rabe, hatin nîqaşkirin. Di konferansê de biryar hat dayîn 4'ê Nîsanê weke "Roja Hevdîtina Rêbertiyê di Helbestê de" were qebûlkirin, dibistanên wêjeyê bên vekirin, beşên lêkolînkirina wêjeya Jin, Tirkmen, Fars û Ereb bên vekirin.

1'emîn Konferansa Wêjeya Kurdan di navbera 26-28'ê Nîsanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Konferans bi şiyara "Di ronahiya rewşa dîrokî ya nûjen a xebatên wêjeyê de, ku yek ji lingê jêneveger û girîng ê pêngava avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e 'Wêjeyeke Çawa?' hat lidarxistin û tevî Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Bozan Tekîn gelek delege beşdar bûn. Konferans 3 rojan dewam kir.

Konferans diyarî PKK'yî Şîlan Baqî, Hamza Yavûz (Vasfî), Mûstafa Gezgor (Zamanî) û Laz Alî yên di pêşvebirina wêjeya Kurdî de xwedî ked in, hat kirin. 

Di danezana encamê ya konferansê de hat ragihandin ku, di têkoşîna berxwedan û vejîna civakî ya Kurd de, rol û wezîfeyên wêjeyê ku yek ji dînamîkên bingehîn ên asta avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e, hatine nirxandin.

Di danezanê de hat ragihandin ku li her qadên têkoşînê pêwîste xebatên wêjeyî weke zimanê demê di asta herî bilind de bên dîtin.

ARŞÎVKIRINA WÊJEYA GEL WEZÎFEYEKE LEZGÎN E

Di danezanê de arşîvkirina tevahiya wêjeya gel weke wezîfeyeke lezgîn hat destnîşankirin û hat gotin ku eger pêwîst bike ewê mîna pêngaveke wêjeyî beşdarî pêngava avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk bibin û di vî warî de biryar hatine stendin. Di danezanê de hat gotin, "Biryar hatiye dayîn ku li hin navendên diyarkirî akademiyên wêjeyî yên xebatên afirandina berhemên wêjeyî yên nirxên têkoşînê bimeşînin werin avakirin. Her wiha biryat hat dayîn ku pênasekirina "Me Şehîd teorîk kirin" ya ji aliyê Rêbertiyê ve di asta herî bilind de rastiya şehîdên têkoşîna hat bilêvkirin, di hemû xebatên wêjeyî de esas bê girtin."

PÊWÎSTE HEMÛ WÊJEVAN BI BERPIRSYARÎ RABIN

Di danezana encamê de hat diyarkirin ku yek ji rojeva girîng a konferansê rêxistinbûyîna wêjeya jinê ya li ser bingeha xeta jina azad a di rêya Bêrîtan û Zîlanan de bû û ev bang hat kirin: "Mîna ku Rêbertiya me got, 'jina azad tê wateya civaka azad'. Bi vê şiyarê ji bo azadiya civak û jinê bi wêjeya jinê were pênasekirin, konferansa me biryarên girîng derxistiye holê.

Gihaştina gel a nirxên me yên wêjeyî ji çiyayên azadiyê yên Kurdistanê, veguherîna ezmûnên me bo bîra neteweya demokratîk a bi pêngava jiyana azad û rizgariya demokratîk, enerjiya biherike wê bibe pênasekirina hebûna me ya neteweya demokratîk bi şêweyê devkî, helbestî, romanî û destanî. Konferansa me destnîşan kiriye ku divê ev yek weke berpirsyariyeke neteweyî-civakî bê fêmkirin û bang li hemû kadro, milîtan, welatparêz û bi taybetî jî wêjevanan hatiye kirin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin."

Hin biryarên di konferansê de hatin wergirtin wiha ne:

"*Hemû hevalên me yên di xebatên wêjeyê de cih girtine û şehîd ketine weke endamên bi rûmetê yên tevgera me ya wêjeyê bên qebûlkirin,

*Ji bo bîranîna hevalê Şehît Mahîr, her sal di salvegera şehadetê de pêşengeha wêneyan bê vekirin,

*Jiyana şehîdên wêjeyê bê lêkolînkirin, xebat û berhemên wan bên parastin, arşîvkirin û di pirtûkxaneyekê de pêşkêşî gel werin kirin,

*Hemû welatparêzên di kuştinên kiryar ne diyar de şehît ketine yên di xebatên wêjeyê de cih girtine bên lêkolînkirin, jiyana wan bê danasîn, ev yek li qadên xebatên wêjeyî yên mîna akademî û dibistanan de werin nirxandin,

*Di kesayetiya hevalê Şehîd Cemşîd Siyamed ê di 2'ê Cotmeha 2000'î de şehîd ket, ev roj li her qadê weke roja bîranîna hevalên wêjevan ên şehîd ketine were bîranîn,

*Komîteya Wêjeyê, li navenda hemû xebatên xwe azadiya Rêbertiyê bicih bike û kar bimeşîne,

*Di parêzname, analîz û roportajên Rêbertiyê de hemû nirxandinên li ser wêjeyê bên berhevkirin, weke pirtûk bên çapkirin û li zimanên biyanî werin wergerandin,

*Hemû xebatên wêjeyî (çîrok, helbest, bîranîn hwd.) ên der barê Rêbertiyê de bên berhevkirin û bibin pirtûk,

*Li ser jiyana Rêbertiyê xebatên wêjeyî bên destpêkirin,

*4'ê Nîsanê weke "Roja Hevdîtina di Helbestê de ya bi Rêbertiyê" were qebûlkirin,

*Dibistanên wêjeyê bi akademiyên wêjeyê ve giêdayî li cihên guncaw bên avakirin,

*Ji bo akademiyên wêjeyê ji van beşan pêk were têkoşînê bê meşandin:

1.            Beşa arşîvkirina wêjeyê bi devkî, nivîskî

2.            Beşa lêkolînkirina ziman û wêjeya Kurdî (hemû zarava)

3.            Beşa lêkolînkirina wêjeya Rojhilata Navîn (Fars, Ereb Bedewî, Tirk Tirkmen û gel û civakên ji çandên din)

4.            Beşa lêkolînkirina wêjeya Rojhilat

5.            Beşa lêkolînkirina wêjeya Rojava

6.            Beşa wêjeya jinê

8.            Beşa xweser a li ser her şêweyên vegotinên devkî yan jî nivîskî (helbest, çîrok, roman,  destan, senaryo, bîranîn hwd.)

10.          Vekirina beşa rexneya hunerî”

ANF

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ev e pisûlaya dengdayîna hilbijartina Stenbolê

ad

2 mîlyar kes înternetê bikar tînin

ad

Qedexeyeke din li ser Amed Sporê

ad

Weşanxaneyên kurdan ji bo sersalê kampanyaya erzaniyê dan destpêkirin

ad

Ebdî li ser heyeta ku here Şamê, alê, Kobanî, Minbicê û tiştên din axivî

ad

Hemû partî li aliyekî, PDK li aliyekî…

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname